Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ragihand ku binpêkirinên li Şêx Meqsûdê tên kirin "sûcên şer" in.
Îlhamê ji ser hesabê xwe yê Xê li ser binpêkirinên li taxên Kurdan ên li Helebê peyamek belav kir.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser amaje bi wan tawan û binpêkirinan kir ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê li dijî Kurdan tên kirin.
Îlhamê diyar kir ku revandina ciwanan û kuştina wan, dizî û talankirina milkên sivîlan û şêwandina termên şervan û sivîlan digihîjin asta sûcên şer.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bangî rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan, bi taybetî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) kir ku bi lez desttêwerdanê bikin.
“Medyaya Ereban krîza navxweyî kûrtir dike”
Siyasetmedara Kurd xwest ku dosyaya kesên hatine revandin were şopandin û derbarê rûdanên li her du taxan lêkolîneke serbixwe û berfireh were destpêkirin da ku berpirsiyar werin darizandin.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve her wiha bangî wan welatan kir ku piştgiriya darayî didin kanalên medyayî yên Ereban da ku di siyaseta xwe ya derbarê dosyaya Sûriyeyê de ducare bifikirin.
Îlhamê da zanîn ku ev kanal bi awayekî sîstematîk Sûriyeyiyan li dijî hev sor dikin û bi zimanekî tund banga kuştina pêkhateyên din dikin ku ev yek krîza navxweyî kûrtir dike.
Îlhamê daxwaza vekirina lêkolîneke lezgîn li ser wan raporên medyayî kir ku rastiyên derbarê pirsa pêkhateyan de berevajî dikin û agahiyên çewt belav dikin.
Serkirdeya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê teqez kir ku her çi qas kontrolkirina çekan tenê di destê dewletê de be jî, ev yek maf nade hikûmetê ku tundûtûjî û tirsandinê li dijî gel û civakê bi kar bîne û pîvan û yasayên navneteweyî yên mafên mirovan bin pê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse