Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di topbarana komên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê ya li ser malên welatiyan de jinekê canê xwe ji dest daye û 17 kes jî birîndar bûne ku hinek ji wan zarok in.
Komên çekdar ên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdan ên li Helebê dikin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê dest bi topbaranê kiriye û anî ziman:
"Welatiya sivîl a 41 salî Fatime Hemade, di encama topbarana giran a komên girêdayî hikûmeta Şamê ya li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê de şehîd ket.
Di topbaranê de hejmarek sivîlên din jî birîndar bûn ku di nav wan de jin û zarok jî hene."
Li aliyê din Tenduristiya Helebê jî ragihand ku HSDyê Taxa Meydanê ya li bakurê Helebê topbaran kiriye.

"Rasterast li malên xelkê dixin"
Li gorî daxuyaniya fermî ya HSDyê, jinekê canê xwe ji dest daye û 17 kes jî birîndar bûne.
HSDyê her wiha diyar kir, "Hêz rasterast malên xelkê topbaran dikin."
Medyaya HSDyê vîdeoyek li ser Telegramê belav kir û tê de xuya dike ku barhilgirek top û teqemenî li ser e û topbaranê dike, her wiha çend çekdar jî hawanan diavêjin.
HSDyê di daxuyaniya xwe de da zanîn:
"Ev dîmen ji aliyê komên hikûmeta Şamê ve hatine belavkirin û çend kom in bi topan êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dikin ku xelkeke zêde li wan heye.
Ev êrişeke dijminane ye û gefê li jiyana xelkê xwecihî dike, her wiha binpêkirineke eşkere ya yasaya navneteweyî ya mirovî ye."
Hikûmeta Sûriyeyê: 3 kes hatin kuştin
Li aliyê din, Birêvebirê Tenduristiya Helebê ji Rûdawê re ragihand:
"Di encama topbarana HSDyê de 3 kes hatine kuştin."
Ajansa Nûçeyan a SANAyê jî ku medyaya fermî ya Sûriyeyê ye belav kir, di nav 3 kuştiyên Helebê de, du ji wan jin in.
SANAyê da zanîn ku xelkê taxa Nîlê ya Helebê direvin û diçin navçeyên aramtir.
#VÎDEO - Hêzên hikûmeta Sûriyeyê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dikin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 6, 2026
🔴 Her wiha li Dêr Hafirê û derdora Bendava Tişrînê jî dest bi şer û pevçûnan hatiye kirin#Rojava #HSD pic.twitter.com/xPRp943XNg
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse