Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên hikûmeta Sûriyeyê êrişên xwe yên li taxên Kurdan ên Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê zêde kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a taxên Kurdan ên li Helebê li ber xwe dide û ragihand ku komên hikûmeta Şamê ciwanên revandî wekî "mertalên zindî" bi kar tînin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê daxuyaniyek belav kir û hûrgiliyên êrişan eşkere kirin.
"Ciwanan wekî mertalên zindî bi kar tînin"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên hikûmeta Şamê di "tawaneke rêxistinkirî" de dorpêçeke giran li ser taxa Şêx Meqsûdê ferz kiriye.
Hat ragihandin ku ev dorpêç bi topbarana dijwar û dorpêçkirina taxan a bi tankan tê kirin û gefa dagirkirina berfireh tê xwarin.
Asayîşê diyar kir ku armanca vê yekê "koçberkirina bi zorê" ya şêniyan e û wiha got:
"Dema ku ev êrişa berfireh bi ser neket û nikarîbûn vîna şêniyan bişikînin, wan koman tawanên xwe zêde kirin.
Ciwanên taxa Şêx Meqsûdê yên ku neçar mabûn derkevin revandin û ew di refên pêş ên êrişê de wekî mertalên zindî bi kar anîn.
Ev şêwazeke hovane ye û hemû pîvanên mirovî bin pê dike."
"Kal û pîr vegerandin taxa dorpêçkirî"
Di daxuyaniyê de her wiha hat eşkerekirin ku wan koman kal û pîr vegerandine taxa dorpêçkirî da ku wan wekî "karta zextê" bi kar bînin û kontrola xwe li ser sivîlan ferz bikin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ev kiryar wekî "binpêkirineke metirsîdar û bê mînak" bi nav kir.
Êrişa li Girê Kasteloyê hat têkbirin
Li aliyê din, Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyeke berê de ragihandibû ku wan hewldana yekem a derbasbûna Girê Kasteloyê ya bi tankan têk biriye.
Li gorî daxuyaniyê, êrişkaran ziyanên mezin dîtin û ji herêmê reviyan, cenazeyên kuştiyên xwe jî li pey xwe hiştin.
Di heman demê de, êrişkarên ji komên hikûmeta Şamê, bi top û tankan topbarankirina taxên niştecihbûnê yên li herêmên Lêremûn, Şêhan, Siryan û derdora wan didomînin.
Hat diyarkirin ku di encama topbaranê de 2 sivîl birîndar bûne.
#BILEZ - Asayîşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê: Me êrişa li Girê Kasteloyê têk bir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 7, 2026
Asayîşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê:
💢 ❝Hêzên Ewlekariya Hundirîn saet 15:00an hewldana yekem a derbasbûna Girê Kasteloyê ya bi tankan têk bir❞
💢 ❝Êrişkaran zerereke mezin dît û ji herêmê… pic.twitter.com/cf16ncBF23
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse