Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Mêrdîn û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê di du qezayên cuda de 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Midyad û Kerboranê otomobîla ku Şukru U. (45) diajot û traktora ku Alî A. (61) diajot li hev qelibîn.
Di qezayê de her du şofêr û Davut A. yê ku di traktorê de bû birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.
Şofêr traktorê Alî A. li nexweşxaneyê tevî hemû midaxaleyan canê xwe ji dest da û rewşa tenduristiyê ya kurê wî Davut A. jî giran e.
Li Sêrtê otomobîl û motosîklet li hev qelibîn
Li Parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê pîkab û motosîkletek li hev qelibîn.
Di encamê de ajokarê motosîkletê canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse