Bazara cil û bergan li Dîlokê sist bûye

12-05-2022
RÛDAW
Bazara cilan li Dîlokê sist bûye
Bazara cilan li Dîlokê sist bûye
Nîşan Cil û Berg Dîlok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bazara cilfiroşan a li navenda bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê, ji ber Giranbûna nirx û mesrefa berhemanînê hinekî sist bûye û wek caran neqerebalix e.

Ahmet Erdal yek ji wan karsazên Kurd e ku 37 sal e li vê bazarê kar dike. Sala 1985an bi vekirina cihekî biçûk ketiye nav cîhana kar û niha karê xwe bi awayekî berçav berfireh kiriye.

Erdal destnîşan kir ku ji ber zêdebûna xerciyan, qezenca wan kêm bûye.

Karsaz Ahmet Erdal li ser sistbûna bazara cilan got, “Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bilindbûna rêjeya enflasyonê û giranbûna nirx bandor li firotin û tevgera bazarê kiriye. Kiryarekî ku berê sê çar parçe cil dikirîn, niha ancex dikare yek parçeyî bikire.”

Ahmet Erdal her wiha anî ziman, “Li Dîlokê çendîn kargehên çêkirina ta hene ku yek ji pêdiviyên serekî yên çêkirina cil û bergan e. Zêdebûna mesrefa berhemanînê bandor li nirx kiriye dema berhem dikevin bazarê.”

Kemal Delioglu ku di heman demê de xwediyê markeya “Cîcî Bîcî” ye û kelûpel û cilûbergên taybet bi zarokan berhem tîne diyar kir ku nirx du qat zêde bûne.

Xwediyê Kargehê Kemal Delioglu got, “Bi rêjeya ji sedî 100 zêde bûye, wek mîna sala par, berhemek ku bi 30 lîreyî dihat firotin, îsal bi 60 lîreyan tê firotin. Tiştek ji destê me nayê, ev jî ji ber xistina ser qezenc ne zêde ye, sedem jî zêdebûna mesrefa berhemanînê ye.”

Dîlok yek ji bajarên pîşesazî yên girîng ên Bakurê Kurdistanê ye û di warê hinardeyê de pêncemîn parêzgeha Tirkiyê ye. Bi tenê sektora tekstîl û maddeyên xav ên cilûbergan wê parêzgehê di çarîka yekem a îsal de bi bihayê du milyar û 650 milyon dolaran kelûpel hinarde kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst