Bafil Talebanî li ser biryara PKKyê got: Gaveke dîrokî ye û em piştgiriya wê dikin

12-05-2025
RÛDAW
Nîşan Bafil Talebanî PKK Kongre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî derbarê biryara xwefesixkirin a PKKyê got, “Gaveke dîrokî ye û em wê piştgiriyê dikin.”

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12an eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Serokê YNKyê Bafil Talebanî li ser biryara xwefesixkirin û danîna çekan a PKKyê peyamek belav kir û piştgirî da encama Kongreya 12an a PKKyê.

Bafil Talebanî got, “Bersivdayîna banga Birêz Abdullah Ocalan, xwefesixkirin û danîna çekê di vê qonaxa hestyar de gaveke dîrokî ye û em piştgiriya wê dikin.”

Bafil Talebanî diyar kir ku YNK wekî berê dixwaze pêvajoya aştiyê serkeve û wiha got:

“Em alîkar û piştevanê hemû aliyanin ji bo serxistina hewldanên tên dayîn.

Li gorî nêrîna min çekdanîn beşeke ya pêvajoyê ye, lê divê ji bo serxistina beşên din jî gavên bên avêtin.

Gavên me yên stratejîk ên nîştimanî li ser şopa Serok Mam Celal dimeşin ku wekî yekemîn serok, barê serxistina pêvajoya aştiyê hilgirt.

Îro jî em dê hewldanên serxistina vê gava dîrokî hildin ser milê xwe.”

Bafil Talebanî teqez kir ku çareserkirina pirsgirêkan Kurdan ya bi rêya aştiyê tenê dikare aramiya Rojhilata Navîn misoger bike.

Serokê YNKyê her wiha hêvî xwest ku pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistan bi ser bikeve da ku rûpeleke nû ya siyasî û dîplomatîk di navbera aliyên siyasî de were vekirin û got:

“Ev yek dê bandorê li tevahî Kurdistanê bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst