Serok Barzanî li ser biryara PKKyê daxuyanî da

12-05-2025
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî PKK Çekdanîn Xwefesixkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li ser biryara xwefesixkirin û danîna çekan a PKKyê got, "Em hêvîdar in ku ev pêvajo bigihîje encameke baş û di berjewendiya herêmê û hemû aliyan de be."

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12an eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Serok Mesûd Barzanî li ser biryara xwefesixkirin û danîna çekan a PKKyê peyamek belav kir:

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha got:

Cihê kêfxweşiyê ye ku di pêvajoya çareseriya aştiyê ya li Tirkiyeyê de aliyan helwestên baş nîşan dan û gavên erênî ber bi çareseriya aştiyane ve hatin avêtin.

Her wiha PKKyê jî kongreya xwe li dar xist û komek biryar wergirtin.

Em hêvîdar in ku ev pêvajo bigihîje encameke baş û di berjewendî û xêra herêmê û hemû aliyan de be.

Em radigihînin ku em bi her awayî piştgiriyê didin serkeftina vê pêvajoyê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst