PKK dê çawa çekan deyne?

12-05-2025
RÛDAW
Nîşan PKK Çekdanîn Xwefesixkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 41 salan ji xebata çekdarî, îro Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryar da ku xwe fesix bike û çekan deyne lê pêvajo hîn neketiye qonaxa pratîkî.

Pisporekî leşkerî jî dibêje, "Çekdanîn pêvajoyeke aloz e û ne tenê bi Tirkiyeyê ve girêdayî ye."

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12an ku bi beşdariya 232 endaman pêkhatibû eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

PKKyê her wiha got, "Gelê me bi hişyarî xwedî li pêvajoya aştiyê derdikeve û biryara fesixkirin û dawîanîna xebata çekdarî baştir fêm dike."

Di beşeke din a daxuyaniyê de PKK amaje bi wê yekê da û got:

"Pirsgirêka Kurdan bi rêya siyaseta demokratîk me aniye xala çareseriyê û rola me ya dîrokî hebûye.

Ji bo birêvebirina pêvajoyê ji aliyê Rêber Apo ve biryara fesixkirin û dawîanîna xebata çekdarî hatiye dayîn."

"Çekdanîna PKKyê pêwîstî bi lihevkirina Enqere-Bexda-Hewlêrê heye"

Pisporê Leşkerî û Sekreterê Berê yê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer derbarê pêvajoya çekdanîna PKKyê de ji Rûdaw re axivî û got:

"Rast e biryara çekdanînê dane lê hîn behsa pêşeroja xwe nekirine, ji ber ku pêvajo aloz e û bi çend rojan nayê cîbicîhkirin."

Cebar Yawer got: "Piraniya hêzên PKKyê li nav axa Başûrê Kurdistanê ne, ne li Bakur û Tirkiyeyê, lewma çekên wan jî ne li nav axa Tirkiyê ne.

Ji ber vê yekê divê berî çekdanînê Enqere, Bexda û Hewlêr lijneyeke hevbeş ava bikin û li hev bikin."

Li gorî Neteweyên Yekbûyî danîna çekan

Li gorî Rêxistina Çekdanîn, Çekpaqijkirin û Têkelkirinê (DDR) ya Neteweyên Yekbûyî, pêvajoya çekdanîna komeke çekdar bi giştî van qonaxan li xwe digire:

Danûstandin û lihevkirin: Pêşî rêkeftineke aştiyê yan agirbestek di navbera aliyan de tê îmzekirin ku tê de mercên çekdanînê tên diyarkirin.

Plansazî: Danîna nexşerêyekê ji bo pêvajoyê, diyarkirina cihê çekdanînê, çawaniya komkirina çekan û çavdêrîkirina pêvajoyê.

Tomarkirin: Tomarkirina endamên koma çekdar û nasnameyên wan.

Komkirina çekan: Endamên grûpê çekên xwe li cihên diyarkirî radestî dikin.

Cudakirin û parastina çekan: Çek tên polînkirin, hejmartin û tomarkirin, paşê tên jinavbirin an veşartin.

Cudakirin: Endamên grûpê ji hev tên cudakirin û ji pêkhateya leşkerî tên derxistin.

Dûbare yekxistin: Alîkarîkirina endamên berê yên grûpên çekdar bo vegerîna nav civakê bi rêya pêşkêşkirina xizmetguzariyan wek rahênan, perwerde û derfetên kar.

Çavdêrî: Şopandina demdirêj a pêvajoyê ji bo piştrast bûna serkeftina wê

"Biryar ne li gorî dilê gerîla ye"

Halîl Ataç ku berê endamê serkirdayetiya PKKyê bû, derbarê pêvajoya çekdanînê de ji Rûdaw re axivî û got:

"Gerîlayên PKKyê, kesên fedayî ne ji bo Kurdistanê, ew bi canfedayî hatine perwerdekirin.

Eger li gorî dilê wan be çek danayînin, lê rewşek hatiye pêş û serokê wan jî daxwaz ji wan kiriye, lewma pêbend dibin."

Ataç her wiha got, "Niha pêvajo ketiye destê dewleta Tirkiyeyê û divê ew gavên din biavêje."

"Heta siberoja wan zelal nebe gerîla çek danayînin"

Li aliyê din Cebar Yawer got, "Heta ku gerîlayên PKKyê û bi taybetî serkirdeyên wan siberoja xwe nezanin, çek danayînin.

Ji ber vê yekê pêwîst e ji bo serkeftina vê pêvajoyê Parlementoya Tirkiyeyê were ser xetê û qanûneke lêborînê derbixe."

Bi gotina Cebar Yawer, "Piraniya serkirdeyên PKKyê bi neamadeyî hatine darizandin û beşek ji serkirde û gerîlayan jî ji aliyê dadgehên Tirkiyeyê ve tên xwestin."

"Baştir e çekên PKKyê radestî Hewlêrê bên kirin"

Bi gotina Yawer, navenda pevçûnê PKK û Tirkiyeyê li nav axa Başûrê Kurdistanê ye, di çarçoveya lihevkirinên ewlehiyê de jî bi Îraqê re, Tirkiye amade ye "piştî çekdanîna PKKyê ji axa Îraq û Başûrê Kurdistanê derkeve."

Her wiha Cebar Yawer got, "Karê herî baş ew e ku çekên PKKyê li Herêma Kurdistanê bên komkirin û hilgirtin, ji ber ku ne beşeke ji şer e û şer jî bo ser axa wê hatiye anîn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst