Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê ragihand ku biryara kêmkirina “karmendên nepêwîst" Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê jî li xwe digire.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê doh ragihand ku biryar hatiye dayîn ku hinek karmendên Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê bên vekişandin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî îro ragihand ku dibe ku rewşa li Rojhilata Navîn "metirsîdar" bibe, lewma ew hinek karmendên xwe ji herêmê vedikişînin.
Berpirsekî Pentagonê jî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, “Ewlehiya karmend û malbatên wan dê her dem di ser her tiştî re be.”
Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî.
Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê diyar ku biryara kêmkirina “karmendên nepêwîst" Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê jî li xwe digire.
Li aliyê din, divê wer gotin ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji welatiyên xwe xwest ku neçin Îraqê.
Amerîkayê her wiha qedexe kir ku welatiyên wê bi rêya Balafirgeha Bexdayê geştan bikin.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hişyariya di asta herî bilind de da welatiyên xwe û xwest ku welatiyên wê ji ber sedemên ewlehiyê bi ti awayî neçin Îraqê.
Wezaretê bi daxuyaniyekê hişyariyeke tund da welatiyên xwe da ku neçin Îraqê û ragihand ku ev hişyarî ji ber "aloziyên zêdebûyî yên li herêmê” ye û got:
"Ji ber teror, revandin, pevçûnên çekdarî, nerehetiya sivîl û şiyana sînordarî ya hikûmeta Amerîkayê ya ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên lezgîn a ji welatiyên xwe re, meçin Îraqê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse