Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got, "Rêya herî baş ew e ku PKK kongreya xwe li dar bixe û çekan jî radestî Komara Tirkiyeyê bike."
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li ser pêvajoya nû daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Devlet Bahçelî got ku divê PKK kar û barên fesixkirina rêxistinî temam bike û wiha domand:
"Rêya herî baş ew e ku PKK kongreya xwe li dar bixe û li ser banga Îmraliyê ya 27ê Sibatê karê fesixkirina rêxistinî temam bike û çekan jî radestî Komara Tirkiyeyê bike."
Bahçelî diyar kir ku Îtifaqa Cumhûr di hedefa “Tirkiyeya bêteror” de dikare bi awayekî jîr û jêhatî wezîfeya xwe bike û got:
"Îtifaqa Cumhûr ji bo ku vê wezîfeyê bi cih bîne bi bawer e, dildar e, biryardar e û ji bilî vê jî jêhatî û bi qabiliyet e.”
Bahçelî derbarê CHPyê jî wiha got, "Gotina Serokê CHPyê (Ozgur Ozel) ya 'Ez dê şer îlan bikim' mantiqeke xelet, bê basîretî û heta wisa ku hezeyaneke skandal e.
Ew dê li dijî kê şer îlan bike, ev nepenî û ne zelal e."
Bahçelî behsa Can Atalayê ku parlamenteriya wî hatiye betalkirin û di doza Parka Geziyê da hatiye girtin jî kir û wiha got, "Yên ku îro biryara der barê Can Atalay da wekî dereqanûnî û firsendê dinirxînin, sibê dikarin li dijî Tirkiyeyê bûyereke din a muhtemel jî bînin rojevê û bêjin me ev teklîf kir û kuta bû."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse