Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, li Colemêrgê li ser pêvajoya çareseriyê axivî û got, "Tirkiye dê ji prangayeke mezin a li lingê xwe xilas bibe."
Guler li Colemêrga Bakurê Kurdistanê li ser pêşhatên pêvajoya çareseriyê got, "Bi vê pêngava ku ji bo aştî û biratiyê tê avêtin, dê biratiya ebedî ya gelê me xurttir bibe."
"Ev çareseriya pirsgirêka 40 salî ye"
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Guler amaje bi girîngiya pêvajoyê kir û got, "Navê vê pêvajoyê 'Tirkiyeya Bêteror' e û ev projeya biratiyê ya dîrokî, çareseriya pirsgirêka me ya herî mezin e ku 40 sal in enerjiya me dixwe.
Tirkiyeya ku ji prangayeke mezin a li lingê xwe xilas bibe, dê di gelek waran de, ji hilberînê heta geşedanê, bigihîje asteke bihêztir."
"Rêxistin hatiye asta çekdanînê"
Guler îdia kir ku wan di têkoşîna li dijî "terorê" de serkeftinên mezin bi dest xistine û got, "Di encama vê yekîtiyê de, rêxistin hatiye asta çekdanînê."
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê eşkere kir ku divê PKK bi hemû şaxên xwe çekên xwe deyne û biryara xwefesixkirinê bi temamî bi cih bîne.
Yaşar Guler her wiha da zanîn ku mijarên pêvajoyê hem ji aliyê saziyên pêwendîdar ve, hem jî bi rêya komîsyona ku li parlamentoyê hatiye avakirin tên birêvebirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse