Cuma Îçten: Ji ber vê yekê parlamenterên Kurd ên wekî min ji AK Partiyê veqetiyan

13-09-2021
RÛDAW
Nîşan Cuma Îçten
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Pêşerojê û Şêwirmendê Ahmet Davutolu Cuma Îçten diyar kir ku ew mijarê ne wek “Pirsgirêka Kurd” lê wek “Mafên Kurd pênase dikin û ew armanc dikin ku mafên Kurdan di destûra bingehîn de misoger bikin. Îçten got “Ji xwe sedema herî mezin a ku min û parlamenterên kurd ên wekî min dev ji AK Partiyê berdane ev e ku ew pişta xwe dane mafên kurdan.”

Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Pêşerojê û Şêwirmendê Ahmet Davutolu Cuma Îçten beşdarî bultena Rûdawê bû û serdana Ahmet Davutoglu ya bo Çewlig û Amedê û nêzîkiya partiya xwe ya derbarê pirsgirêka Kurd de nirxand.

Cuma Îçten got “mijarê ne wek `Pirsgirêka Kurd` lê wek `Mafên Kurd` pênase dikin Em wisa difikirin ku vegerandina teqez a van mafên kurdan ên ku bi salan hatine desteserkirin, divê di bin nasnameya rûmeta mirovahiyê de were dayîn. Di demên pêşîn ên AK Partiyê de hem di derbarê pirsgirêka Kurd û hem jî di derbarê maf û azadiyên mirovan de hin gavên azadîxwaz avêtin. Lêbelê,, bi taybetî bi xirabbûna maseya pêvajoya çareseriyê ya ku piştî 2012an dest pê kir, mixabin em vegeriyan Tirkiya kevn.”

Îçten got jî “Di encama hevkariya bi MHPê re, bi Partiya Vatan re ku di nava koalîsyonê de wek şirîkê biçûk cih girt, mixabin Tirkiye di warê mafên Kurdan de zû vegeriya salên 1980 û 1990î. Niha li herêma me pirsgirêka nûnertiyê heye. Di hilbijartinên şaredariyê de HDPê ji sedî 70-80, li hinek cihên din bi ji sedî 65 şaredariyan wergirt, lê belê, du-sê meh piştî hilbijartinan, îradeya millet, ango îradeya kurdan, ji aliyê hikumeta AK Partî-MHPê ve hat binpêkirin. Di warê civakî û çandî de di derbarê mafên Kurdan de vegereke cidî çêbûye. Êdî ne mumkun e ku li dibistanan fêrî Kurdî bibin û mafê fêrbûna bi zimanê zikmakî bi dest bixin. Belê, di salên ewil ên AK Partiyê de li hin zanîngehan derbarê  Kurdî û Zazakî de fakulte hatin vekirin û bi hezaran kes ji van beşan mezûn bûn. Lê belê, ji ber ku perwerdehiya bi Kurdî nîne, nehatin îstîhdamkirin. Li ser çiya û kevirên herêmê dest bi nivîsandinê kirin. Li her derê herêmê nuqteyên lêgerînê, noqteyên leşkerî û polîsan hatin çêkirin. Bi gotineke din, vegeriyan Tirkiyeya berê.”

Cuma İçten bi bîr xist ku dema wan Partiya Pêşerojê ava kir, di dîroka Komara Tirkiyeyê de cara ewil, wan "mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî ya kurdî" xistine bernameya partiya xwe û got “Ji ber vê yekê, em ê destûreke ku tê de hemû etnîk, hemû bawerî û hemî nirx dê xwe bi azadî îfade bikin binivîsinin û em dê ve yekê ku piranî li serê li hevkirine bi destûra bingehîn garantî bikin.”

Îçten destnîşan kir ku ew ne tenê wekî pirsgirêkek Kurd an Ereban, lê di warê maf û azadiyên bingehîn ên mirovan de jî li mijarê dinêrin û dibêje “Em bawer dikin ku her kesê ku zimanê zikmakî bikar tîne divê çand û nirxên xwe fêr bibe, û divê ku ew bi destûriyê were misoger kirin.”

Cuma İçten amaje bi yekê kir ku Ahmet Davutoglu berê û îro, erênî an neyînî hertim fikrên xwe yên di derbarê pirsgirêka kurd de aniye ziman.

Îçten di dawiye got “Ez Kurd im, ji ber vê yekê şanaziyê pê dikim. Berê, em di pêvajoyê de bi dehan carî hatin xapandin û xarandin. Ji xwe sedema herî mezin a ku min û parlamenterên kurd ên wekî min dev ji AK Partiyê berdane ev e ku ew pişta xwe dane mafên kurdan. Vedigere Tirkiyeya kevn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst