Hewlêr (Rûdaw) – Li kolanên navçeya Islahiyê ya parêzgeha Dîlok a Bakurê Kurdistanê, 7 hezar jin û zarok îsotan paqij dikin da ku hişk bikin û wek baharat bifroşin.
Islahiye navendeke girîng a berhemanîna îsotên sor e û piştî berhevkirina ji zeviyan, vê carê demsala îsotên hişk dest pê kiriye ku 7 hezar jin û zarok li kolan û kargehan îsotan paqij dikin û bi dahata wê debara mala xwe dikin.
Serokê Odeya Çandiniyê ya Islahiyê Mehmet Kose got, “Li kolanên taxên me 7-8 hezar kes bi paqijkirina îsotan kar peyda dikin. Tenê ne li taxan, weke vê derê li kargehan jî îsot tên paqijkirin. Ev jî bo navçeya me û ji kesên dixebitin re dibe derfeta kar û çavkaniya dahatê.”
Ji bajarên derdorê jî malbat ji bo karên îsotan diçin Islahiyê û her kesek rojane dikare 200 kîlo îsot paqij bike û 200 lîreyan qezenç bike ku dike 11 dolar. Halîme ya xwendekar jî ji bo xerciyên dibistanê ji Rihayê çûye Islahiyeyê.
Karker Halîme Ensarî anî ziman, “Ez ji Rihayê hatim Islahiyê. Ez ji bo xerciyên malbata xwe û xerciyên dibistanê dixebitim. Ji ber ku dahateke bavê min nîne, em bi ked û xwêdana eniya xwe dixebitin. Em nanê xwe ji îsotên tûj derdixînin.”
Islahiye jî weke Rihayê bi îsotên xwe yên sor navdar e û xelkê herêmê ji ber girîngiya wê di aboriya navçeyê û debara xelkê de wek "Zêrê Sor" bi nav dikin.
Li gor amarên Odeya Çandiniyê ya Islahiyê îsal li navçeyê li ser rûberê 25 hezar donim erd îsot hatine çandin û tê çaverêkirin nêzîkî 44 hezar ton berhem bê bidestxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse