Hewlêr (Rûdaw) -Li navçeya Îslahiyeyê ya Dîloka Bakurê Kurdistanê ku yek ji navendên girîng ên îsota sor e, dema çinînê dest pê kir.
Cotkar îsal ji ber hişkesalî û germa zêde bi gazin in û diyar dikin ku li gorî sala borî berhem ji sedî 20 kêm bûye.
Karkerên çandiniyê, sibehê bi tîrêjên rojê re diçin nav zeviyan û dest bi çinîna îsotan dikin.
Serokê Odeya Çandiniyê ya Îslahiyeyê Osman Erdogan li ser çinîna îsotan got, “Li Îslahiyeyê dema çinîna îsotan dest pê kiriye. Hêvî dikim ku ji bo cotkarên me bi xêr be.
Em spasiya cotkarên xwe dikin ku di van şert û mercan de îsotan li navçeyê diçînin.”
Ji ber kêmbûna îsotan, cotkar dixwazin ku bihayê îsotan îsal li gorî rewşê bê diyarkirin da ku zererên wan bên telafîkirin.
“Bila bihayekî cotkaran kêfxweş bike bê diyarkirin”
Cotkar Ali Ozturk bangî rayedaran kir û got, “Em hem ji rayedaran, hem ji berpirsên dewletê û hem jî ji fabrîkayan dixwazin bihayekî wisa diyar bikin ku piştgiriya cotkaran bike.”
Li navçeya Îslahiyeyê îsal li ser 27 hezar donimî îsot hatiye çandin û tê pêşbînîkirin ku 43 hezar û 200 ton berhem bê çinîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse