Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku îsal dê 5 parkên mezin ên li navenda bajarê Hewlêrê temam bibin û zêdetirî 40 hezar dar dê li wan parkan werin çandin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro li ser projeyên parkan ên li Hewlêra paytext daxuyaniyek da.
Umêd Xoşnaw di daxuyaniya xwe de ragihand:
"Armanca çêkirina parkan zêdekirina rêjeya keskatiyê ya Hewlêrê ye ku li ser rûberê 200 donim erd tên çêkirin."
Birêvebirê Ragihandinê ya Endezyariya Parkên Hewlêrê Serwer Weysî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku rêjeya keskatiyê li nav sînorê Şaredariya Hewlêrê ku ji navenda bajêr heta Cadeya 150 Metrî ye, gihîştiye ji sedî 19,8an.
Ew 5 parkên ku tên çêkirin:
- Parkek li nêzîkî Cadeya 120 Metrî, li ser rûberê 80 donim erd e û dê nêzîkî 8 hezar dar lê werin çandin. Nêzîkî ji sedî 70yê karê wê temam bûye.
- Parka Reşkînê li ser rûberê 47 donim erd e û dê 16 hezar dar lê werin çandin. Ji sedî 50yê karê wê temam bûye.
- Parka taxa Nazdarê li ser rûberê 4 donim erd e, dê 6 hezar dar lê werin çandin û ji sedî 80yê karê wê temam bûye.
- Parka taxa Jiyanê li ser rûberê 7 donim erd e, dê 5 hezar dar lê werin çandin û ji sedî 70yê karê wê temam bûye.
- Parka li ser Cadeya 150 Metrî ku rûberê wê 60 donim e û kar tê de berdewam e.
Li bajarê Hewlêrê 26 parkên mezin û 204 baxçeyên biçûk hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse