Hewlêr (Rûdaw) - Bangeşeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî dest pê kir.
PDKyê îro li Hewlêrê ji bo nasandina namzedên xwe merasîmek li dar xist.
Alîkarên Serokê PDKyê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî jî di merasîmê de amade bûn.
Serok Mesdû Barzanî got,"Ez kêfxweş bûm ku hejmarek namzedên Ereb û Tirkmen li ser lîsteya PDKyê xwe kirine namzed.
Hebûna pêkhateyan di lîsteya PDKyê de lîsteya me bihêztir dike.
Dewleta Îraqê li ser bingeha hevbeşiya Kurd û Ereban hatiye damezrandin.
Mixabin ne tenê em nebûn hevbeş, mafê me yê welatîbûnê jî nebû.
Hevbeşiya me bû Enfal û kîmyabarankirina gundên me.
Piştî 2003yan nanê Enfalkirî û kîmyabarankiriyan birîn.
Ez hêvîdar im ev hilbijartin derfeteke nû bîne pêş û ew şaşiyên ku hatine kirin, çi ji aliyê me ve be, çi ji aliyê wan ve be, neyên dubarekirin.
Her derfeteke ku ji bo aştiyê derketiye pêş, ji dest nehatiye dayîn.
Bi hebûna demokrasiyeke rasteqîn, maf tên misogerkirin.
Eger destûr bihata pêkanîn, dê gelek pirsgirêk çareser bibûna lê mixabin pê ve pêbend nebûn.
Yasaya hilbijartinê ya ku niha pê tê karkirin, yasayeke nedadperwer e û divê ji bo hilbijartinên paşerojê bê guhertin.
Li gorî destûrê, Îraq dewleteke federal e. Divê hemû pêkhate hevbeş bin."
Serok Barzanî girîngiya hilbijartinê ducare kir û anî ziman, "Dewleta Îraqê li ser bingeha hevparîya Kurd û Ereban hat damezrandin lê mixabin, ew bingeh nehat bicihanîn....
Mixabin em ne tenê nebûn hevpar, mafê welatîbûnê jî ji me re nehat dayîn. Hevparîya me bû Enfal û kîmyabarankirina gundên me."
Serok Mesûd Barzanî rexneyeke tund li polîtîkayên piştî sala 2003yan girt û got, "Piştî 2003yan nanê kesûkarên Enfalkirî û kîmyabarankiriyan birîn."
Wî hêviya xwe anî ziman û got, "Hêvîdar im ev hilbijartin derfeteke nû bîne pêş û ew şaşiyên ku hatine kirin, çi ji aliyê me ve, çi ji aliyê wan ve, ducare nebin.
Li gorî destûrê, Îraq dewleteke federal e. Divê hemû pêkhate hevpar bin. Eger destûr bihata pêkanîn, dê gelek pirsgirêk çareser bibûna lê mixabin pê ve pabend nebûn."
Serok Mesûd Barzanî yasaya hilbijartinê ya niha wekî yasayeke nedadperwer bi nav kir û xwest ku "divê ji bo hilbijartina dahatû bê guhertin."
Serok Mesûd Barzanî derbarê pirsgirêka petrol û gazê ya herêmê de jî got, "Eger pirsgirêkek ji bo yasaya petrol û gazê derketiye holê, şaşî ya Bexdayê ye. Şîroveya şaş a xalên destûrê nayê qebûlkirin."
#GRAFÎK - Serok Mesûd Barzanî
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 12, 2025
💬Îraq li ser bingeha hevbeşiya Kurdan û Ereban hatiye damezirandin pic.twitter.com/vsGTCL5w0K
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse