Li Cizîrê kesek li ber dadgehê hat kuştin

12-11-2025
RÛDAW
Nîşan Cizîr Êriş Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di êrişekê kesek li ber dadgehê hat kuştin.

Li gorî zanyariyan, li ber Dadgeha Cizîrê kesekî bi navê R.B. ji ber sedemek nediyar bi tifingê gule berî Mehmet Gûzelê 66 salî da û ew bi giranî birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman welatiyê 66 salî rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê lê tevî hewldanên bijîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku êrişkar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst