Rêxistina Belûc êriş kir: 7 leşker hatin kuştin

06-05-2025
RÛDAW
Nîşan Belûcistan Pakistan Êriş Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pakistanê ragihand ku li eyaleta Belûcistanê di êrişeke li ser wesayîteke hêzên ewlehiyê de 7 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniya Birêvebiriya Têkiliyên Gel a Artêşa Pakistanê (ISPR) de hat diyarkirin ku Artêşa Rizgariya Belûcistanê (BLA) li herêma Kachiyê ya eyaletê êrişek pêk aniye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wesayîta hêzên ewlehiyê bi bombeyeke destçêkirî hatiye hedefgirtin û di encama êrişê de 7 leşker hatine kuştin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "hêzên ewlehiyê li herêmê xebatên paqijkirina endamên BLAyê dimeşînin" û ji bo êrişê "Hindistan û hêzên wê yên şandewar" hatin tawanbarkirin.

Êrişa Pahalgamê

Roja 22yê Nîsanê li herêma Pahalgamê ya Keşmîrê ya di bin desthilata Hindistanê de, kesên çekdar li geştyaran gule reşandin û di encamê de 26 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Hindistanê Pakistan bi wê yekê tawanbar kiribû ku êrişkar "ji Pakistanê hatine" û "Peymana Avên Indusê" rawestand.

Her wiha Hindistanê daxwaz kir ku şêwirmendên Pakistanî yên li Delhiya Nû di nav hefteyekê de welêt terk bikin û ragihand ku xizmetên vîzeyê ji bo welatiyên Pakistanê hatine rawestandin û hemû vîzeyên ku berê hatine dayîn hatine betalkirin.

Pakistanê ev tohmet red kir û hejmara personelên dîplomatîk ên Hindistanê yên li Îslamabadê sînordar kir.

Pakistanê ragihand ku dê her mudaxeleyên li çeman ên li derveyî "Peymana Avên Indusê" weke "sedemên şer" bibîne, hemû bazirganiyên bi Hindistanê re rawestand û qada xwe ya asmanî girt.

Tundî li Pakistanê

Li Pakistanê êrişên çekdarî bi taybetî li eyaletên Hayber Pahtunhva û Belûcistanê yên ku sînorê wan bi Efxanistanê re heye zêde dibin.

Li her du eyaletan jî komên çekdar ên ku dibêjin mafên komên Peştûn û Belûcî diparêzin, êrişî hêzên ewlehiyê yên Pakistanê dikin.

Îslamabad dibêje ku Talibana Pakistanê (TTP) li Efxanistanê bi cih bûye û êrişên xwe ji wir organîze dike, lê rêveberiya Efxanistanê van îdiayan red dike.

Li Belûcistanê jî êrişên BLAyê derdikevin pêş. BLA dixwaze ku eyaleta Belûcistanê ji Pakistanê veqete û gelê Belûc vê herêmê bi rê ve bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst