Duran Kalkan: Me şer û çalakiyên xwe rawestandine

13 demjimêr berê
Nîşan Duran Kalkan PKK Pêvajo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê Duran Kalkan ragihand ku wan şerê çekdarî û çalakiyên xwe rawestandine.

Kalkan li ser pêvajoya çareseriyê got, “Ev pêvajoyeke jiyanî ye, ne demkî ye” û rexne li CHPyê girtin ku ew ji pêvajoyê ditirsin.

Endamê Komîteya Birêvebir a KCKyê Duran Kalkan beşdarî bernameyeke Medya Haber TVyê bû û li ser hevdîtinên Îmraliyê, xebatên Komîsyonê, helwesta mixalefetê û çalakiyên PKKyê axivî.

“Girîng e ku parlamento gotûbêjan dike”

Kalkan bal kişand ser çûna şandeyê ya Îmraliyê û hevdîtina bi Abdullah Ocalan re û got:

“Veguhestina vê hevdîtinê ji bo Komîsyona li parlamentoyê asteke girîng e.

Veguhastina beşeke van hevdîtinan ji bo raya giştî, tevlîbûna parlamentoyê ya di vê astê de û hilgirtina barê diyalogê ji aliyê siyasetê ve pêngaveke nû ye, divê mirov giringiyê bidiyê.”

“Pêvajoyeke jiyanî ye, ne demkî ye”

Kalkan diyar kir ku rapora Komîsyonê dê çarçoveya hiqûqî û siyasî ya pêvajoyê diyar bike û teqez kir ku ev ne taktîkeke demkî ye, qonaxeke jiyanî ye.

Wî di berdewamiyê jî de got, “Arastekirina pêvajoyê ji aliyê parlamento û siyasetê ve xaleke krîtîk e.

Her ku pêngavên nû bên avêtin, helbet dê nêrîn bên gotin. Pêvajoyeke krîtîk e, divê mirov bêhtir baldar be.

Me her tim gotiye, ev pêvajo ne pêvajoyeke demkî ye. Pêvajoyeke jiyanî ye.

Rêber Apo got, ‘Em plansaziya sedsala bê, hezar salên bê dikin’ û cidiyeta meselê raxist ber çavan.

Ev pêvajo ne tenê ji bo Tirkiye û Kurdan, ji bo paşeroja demokratîk a hemû gelên herêmê girîng e.”

“Divê derfetên Ocalan bên berfirehkirin”

Duran Kalkan bal kişand ser serdana heyeta DEM Partiyê û peyamên Ocalan û got ku bangên Ocalan ên ji bo yekîtiya civakî û fêmkirina rast a pêvajoyê gelekî biqîmet in.

Kalkan destnîşan kir ku eger derfet bên berfirehkirin, Ocalan dikare di warê ronîkirina raya giştî de peyamên xurttir bide.

Rexneya li CHPyê: “Li lingê xwe xistin”

Kalkan partiyên ku beşdarî şandeya Îmraliyê nebûne, bi taybetî jî Partiya Gel a Komarî (CHP) rexne kir.

Kalkan çûna Îmraliyê wekî ezmûn bi nav kir û got, “Vê ezmûnê puan ji wan kêm kir.

Her çi qasî nîqaşên li ser ‘mekanîka darbeyê’ yan destwerdanên derve hebin jî, CHPyê li lingê xwe xist.

Tenê bi çavşikandina li yek du derdorên neteweperest mirov nabe demokrat.”

Kalkan gotinên Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ên li Amedê yên bi rengê “Gelê Kurd çi bibêje ew derbasdar e” bi bîr anîn û got:

“Tevî ku gel îşaret bi Îmraliyê dike jî CHP vê yekê paşguh dike.

Dewlet dibêje ‘ev projeyeke dewletê ye’, Serokkomar û MHP xwedî lê derdikevin; naxwe CHP ji çi ditirse?

Dema navnîşana çareseriyê diyar be, lêgerîna li mixetabekî din an jî tirs û çekîna ji çûna Îmraliyê ne siyaseteke bi îstîqrar e.”

Kalkan diyar kir ku ji bo pêvajo bi ser bikeve divê tecrîda li Îmraliyê bi temamî rabe û got:

“Çûna şandeyên sînordar têrê nake. Divê şert û mercên jiyana azad û xebatê ji bo Rêber Apo bên dabînkirin, derfetên pêwendiyê bên zêdekirin.

Divê derfet bidin îradeyeke ku dibêje ‘Derfetê bidin ez bigihînim serkeftinê’.”

“Me şerê çekdarî rawestand”

Kalkan, di beşeke din a axaftina xwe de ragihand ku wan şerê çekdarî rawestandiye û wiha domand:

“Yê beşdarî vê pêvajoyê nebe dê bixesire, çimkî pêvajoyeke bêalternatîf e.

Alternatîfa wê felaket e. Em pêvajoyê bi cidî digirin û piştgiriyê didinê.

Me ji aliyê xwe ve gavên pêwîst avêtin. Me şerê çekdarî rawestand. Me çalakiyên xwe rawestandin. Me li ser navê PKKyê çalakî rawestandin.”

Rojavayê Kurdistanê û gefên Tirkiyeyê

Kalkan li ser daxuyaniyên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê jî got ku ev daxuyanî bêçareseriyê kûrtir dikin û birêvebiriya Rojavayê Kurdistanê ji hevdîtinan re vekirî ye û got:

“Eger hûn bixwazin Kurdan tune bikin hûn dê Tirkan jî lawaz bikin.

Siyaseta înkarê ya sed salî tişt bi Tirkiyeyê dan windakirin. Guhertina paradîgmayê şert e; Pirsgirêka Kurdan bi zihniyeteke demokratîk bi hêsanî tê çareserkirin.”

“Bila bên em dersa Marksîzmê bidin wan”

Endamê Komîteya Birêvebir a KCKyê her wiha bersiva rexneyên hinek derdorên çepgir û sosyalîst ên Tirkiyeyê da û got ku ew bi “kompleksa neteweya serdest” tevdigerin.

Duran Kalkan di dawiyê jî de got, “Mirov hinekî bi rêz dibe. Ma Kurd nikarin van rastiyan bibêjin?

Ferz bikin ku rêberê vê serdemê ji nav Kurdan derdikeve. Ma ev nabe? Sosyal şovenîzm ev e.

Bila vekin Marx û Lenîn bixwînin. Qaşo haya me ji gotinên Marx tune. Bila bên em dersê bidin wan.

Kes nikare îdia bike ku Apociyek bi awayekî ferdperest û milkê taybet dijî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst