Rêveberiya Xweser: Em pabendî parastina saziyên Neteweyên Yekbûyî ne

1 demjimêr berê
Nîşan UNHCR Neteweyên Yekbûyî (NY) Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê xwepêşandana li ber avahiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ya li Qamişloyê daxuyaniyek belav kir û tekezî li ser parastina saziyên navneteweyî kir.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ragihand ku 11ê Kanûna Paşîn a 2026an li Qamişloyê xwepêşandanek li dijî "komkujî û binpêkirinên mafên mirovan" ên li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye, Benî Zeyd û Siryanê yên Helebê hat lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber "dîmenên tirsnak û zêdebûna gotinên nefretê" yên li ser medyaya civakî, hinek ciwanên hêrsbûyî tev li "kiryarên bêberpirsiyar" bûne.

Rêveberiyê diyar kir ku nivîsandina dirûşman a li ser avahiya UNHCRê bi rola vê saziya navneteweyî ya bêalî re nagunce.

"Em mijarê dişopînin"

Rêveberiya Xweser eşkere kir ku ew mijarê rasterast bi rayedarên ajansên Neteweyên Yekbûyî yên li Qamişloyê re dişopînin û li gorî yasayên navneteweyî ji bo kontrolkirina rewşê xebitîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin,"Em pabendbûna xwe ya tam ji bo parastina saziyên Neteweyên Yekbûyî û misogerkirina bêalîbûna wan di şerê Sûriyeyê de ducare dikin, bi vî rengî berdewamiya rola wan a mirovî û bêalî di xizmetkirina hemû welatiyan de bê îstîsna garantî dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst