Parêzer Mistefa Şêx Mislim: 48 gundên Kurdan hatine talankirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Sîma Abxizir û Mistefa Şêx Mislim\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Sîma Abxizir û Mistefa Şêx Mislim\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mistefa Şêx Mislim Dorpêça li Kobaniyê HSD Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê ji Kobaniyê Mistefa Şêx Mislim ragihand ku tevî peymana rawestandina şer, çekdarên Artêşa Ereban a Sûriyeyê hîn ji gundên derdora bajêr venekişiyane û 48 gundên Kurdan piştî talankirinê hatine şewitandin.

Di ser dorpêça li Kobaniyê 25 roja derbas bûn û rewşa mirovî her ku diçe xirabtir dibe.

Parêzerê ji bajêr Mistefa Şêx Mislim eşkere kir ku ji ber dorpêça Artêşa Ereban a Sûriyeyê zarokek miriye û 48 gundên Kurdan jî hatine talankirin.

Mistefa Şêx Mislim li ser rewşa bajêr ji Rûdawê re ragihand ku ji ber dorpêçê heta niha astengiyên li ser jiyana xelkê bajêr didomin.

Parêzerê Kurd li ser rewşa dawî ya Kobaniyê bersiv da pirsên pêşkeşkara Rûdawê Sîma Abxizirê.

Li gorî gotina Mistefa Şêx Mislim, 2 roj in ji hemû xizmetguzariyan tenê kareba ji bo bajêr vegeriyaye lê ne di asta pêwîst de ye û hîn kareba negihîştiye hemû taxên bajêr.

Parêzerê Kurd her wiha got ku bi giştî niha li Kobaniyê nêzîkî şeş heta heft saetan kareba heye û got,

"Dema ku rojane pêdiviya me bi 60 heta 70 megawatan karebayê heye, karebaya ku rojane digihîje bajêr nêzîkî 20 megawatan e."

Ji bilî karebayê, 25 roj in av, înternet û hemû xizmetguzariyên din jî li ser Kobaniyê hatine qutkirin.

“Koçber li dibistan û mizgeftan dimînin”

Mistefa Şêx Mislim amaje pê kir ku xelk neçar e ava bîran bi kar bîne ku ew jî ne tendurist e û got:

"Ji ber ava ne baş nexweşî di nav koçberan de belav bûye ku li 70 cihên wekî mizgeft û dibistanan hatine bicihkirin.

Heta du roj berê zarokekî jî canê xwe ji dest da."

Ji ber êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê, şêniyên gundên derdora Kobaniyê ber bi bajêr ve koçber bûne.

Li gorî zanyariyan tevî koçber û xelkê bajêr nêzîkî 500 hezar kes li Kobaniyê dijîn.

Li aliyê din li gorî gotina Mistefa Şêx Mislim nêzîkî 48 gundên Kurdan piştî valakirinê hatine talankirin.

Mistefa Şêx Mislim di eşkere kir ku tevî peymana di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD de, heta niha Artêşa Ereban a Sûriyeyê ji Kobaniyê venekişiyaye.

Parêzer Mislim di berdewamiyê jî de got, "Piraniya gundan bi temamî hatine talankirin.

Her wiha malên kesên ku kar û barên siyasî kirine yan jî nêzîkî HSDyê bûne piştî talaênê hatine şewitandin."

“Xelk ji vegerê ditirse”

Mistefa Şêx Mislim li ser plana vegera koçberan a li ser mal û milkên xwe jî wiha got:

"Xelk dikare vegere lê kes venegeriyaye, ji ber ku tenê rêyek hatiye diyarkirin û tirsa çekdarên artêşê li ser xelkê heye ku wan birevîne û wan bikue û şervanên HSDyê jî ji wê rêyê dûr in."

Welatiyên li Kobaniyê dixwazin korîdoreke mirovî were vekirin û alîkariyên mirovî bi awayekî bi lez bigihên bajêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst