Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar û Cîgirê Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DITAM) Sedat Yurtdaş diyar kir dê dengên Kurdan encamên hilbijartinê diyar bikin û got “Eger guhertineke pir radikal di nêzikbûna Erdogan û AKPê de çênebe, bi îhtimaleke mezin dê Kurd piştgiriyê bidin Tifaqa milletê.”
Hilbijartinên serokomarî û hilbijartinên dewra 28emîn ên parlementoya Tirkiyê ku dê di 14ê Gulanê bên kirin.
Ji bilî Tifaqa Millet û Tifaqa Cumhur, Tifaqa Ked û Azadiyê ya bi pêşengiya HDP'ê û Tifaqa ATA ya bi pêşengiya Partiya Zaferê, 4 tifaq xwe ji hilbijartinan re amade dikin.
Ji ber pêwîstiya ji sedî 50+1 ji bo hilbijartina serokomariyê, piştgiriya partiyên siyasî yên bi dengên pir kêm jî girîng dibe. Ji bo vê yekê jî hemû alî hewla berfirehkirina tifaq û hevkariya hilbijartinan didin da ku hem piraniya parlamentoyê bi dest bixin û hem jî berbijêrê serokomariyê hilbijêrin.
Ji aliyê hemû pêkhateyan ve tê qebûlkirin ku ji bo hemû tifaq di hilbijartinên bê de ji sedî 50 + 1ê bi dest bixin, pêwîstiya wan bi dengên Kurdan heye.
Parêzer û Cîgirê Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DITAM) Sedat Yurtdaş Beşdarî Bultena Rûdawê ya taybet bo Bakur bû di derbarê hilbijartinan de bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.
Yurtdaş, têkildarî rewşa partiyên Kurdistanî yên di hilbijartinan de, got “Bi rastî jî rewşa kurdan pir tevlihev e. Siyaseta ku heta niha Tifaqa Cumhur şopandiye, gelek astengiyan ji Kurdan derxistiye û neheqiyan li wan kiriye. Lê ji aliyê din ve tifaqa Millete soza tiştekî zelal nade kurdan. Tiştên ku dibêjin ji bo Tirkiyeyê gotinên giştî ne. Nîqaşên demokrasî, hiqûq û edaletê dê heta kîngê pêk werin, ne diyar e. Kurdan hê jî biryareke zelal nedane. Dema em li HDP'a ku herî zêde deng ji Kurdan girtiye dinêrin, rast dibêje, `Eger bi me re hevdîtineke vekirî neyê kirin û em nikaribin li ser prensîban li hev bikin, em ê li gorî wê helwesta xwe nîşan bidin.` Kiliçdaroglu ragihand ku ew ê li gor bernameya xwe serdana HDPê bikin. Ez wisa difikirim ku dê ji wê û şûn ve helwesta HDP'ê zelal bibe.”
Yurtdaş bi bîr xist ku HDP'ê beriya niha deklerasyona demokrasiyê ragihandibû û daxwazên xwe li wir rêz kiribû û dibêje “Lêbelê, di 2500 xalên ku ji hêla Tifaq Millet ve hatine ragihandin de gelek mijar hene. Di van 20 salên dawî de, bi taybetî di 12 salên dawî de, di warê hiqûq, azadî û mafan de zehmetiyên mezin derketin. Ji bo vê jî mijarên ku HDP û Tifaqa Millet behs dikin nêzî hev in. Heta roja me ya îro jî AKP û Erdogan HDP’ê bi sûcên giran tawanbar dike û tenê dema berjewendiyên wan li hev dikin serdana wan dikin. Lê HDP’ê hê helwesta xwe ya teqez eşkere nekiriye.
“Bi îhtîmaleke mezin kurd dê piştgiriyê bidin Tifaqa Millet”
Sedat Yurtdaş got “Tifaqa Cumhur ev 20 sal in desthilatdar e. Bi taybetî piştî bidawîkirina pêvajoya çareseriyê hem di nav sînorên Tirkiyeyê de û hem jî li Rojhilata Navîn, Rojava, Herêma Kurdistanê û cîhanê li dijî Kurdan polîtîkayên gelekî tund meşand. Di salên ewil ên desthilatdariya Erdogan de ji bo ku dengê dengdêrên kurd bigire peyamên nerm da. Her ku tifaqa wan a bi MHP’ê re kûr bû, xwe ji Kurdan dûr xistin. Îro wekîl û şaredariyên Kurdan ên ku hatine hilbijartin tinin. Siyasetek pir tund li hemberî kurdan û hilbijartiyên wan hat meşandin. Ji bo vê yekê jî Tifaqa Millet bi peyam û helwesta xwe zêdetir bang li daxwazên Kurdan dike û bi rastî jî zêdetir bala Kurdan dikişîne. Eger guhertineke pir radikal di nêzikbûna Erdogan û AKPê de çênebe, bi îhtimaleke mezin dê Kurd piştgiriyê bidin Tifaqa milletê. Wisa dixuye û dengê kurdan jî dê desthilatê biguherîne.”
li ser pirsa ferqa di navbera Tifaqa Millet û Tifaqa Cumhur de li ser çareseriya pirsgirêka Kurd de Yurtdaş wiha bersiv da “Ji bo Kurdan ti ferqeke mezin di navbera van herdu tifaqan de nîne. Lê hinek mijarên bingehîn hene ku kurdan eleqedar dikin. Di mijarên wekî demokrasî, azadî, maf û hiqûqê de ne tenê Kurd, tevahiya Tirkiyeyê di bin zexteke mezin de ye. Dema ku ev zext ji ser Tirkiye û Kurdan û sîstema rêveberiya yek zilamî bê rakirin, bêguman wê Kurd jê sûd werbigirin. Gelek xalên hevpar hene ku Kurdan û aliyên din ên Tirkiyeyê girêdide.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse