Îrfan Amîda: Polîtîkaya neteweyî her ku diçe qels dibe

13-03-2024
Îrfan Amîda bi Niwêner Fatîh re diaxive / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Îrfan Amîda bi Niwêner Fatîh re diaxive / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Îrfan Amîda Hilbijartin Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvan û nivîskarê Kurd Îrfan Amîda got, "Mixabin polîtîkaya neteweyî her ku diçe kêm dibe, qels dibe.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike, doh li Mêrdînê bû û ji bo hilbijartinên 31ê Adarê bi gelek kes û alî kirin mêhvan.

Tê pêşbînîkirin ku vê hilbijartinê DEM Partî û AK Partî ji bo Mêrdînê rikeberiyê bikin, herwiha HUDA PARê jî namzedê xwe destnîşan kiriye û xebatên xwe dike.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Mêrdînê ya giştî 888 hezar û 874 e.

Nifûsa navenda Mêrdînê jî 194 hezar û 73 ye.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de mafê dengdanê yên 542 hezar û 46 kesan heye.

DEM Partiyê ji bo hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr kirin namzed.

Ahmet Turk salên 2014 û 2019an jî bûbû hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê lê hikûmetê her du caran jî qeyûm danîbû şûna wî.

AK Partiyê biryar da ku Abdullah Erîn bibe namzedê wan ê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê.

Li hêla din jî HUDA PARê jî Îsmaîl Çevîk kir namzed.

Helbestvan û nivîskarê Kurd Îrfan Amîda bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

“Dikarin herêmê bi Kurdî bi rê ve bibin”

Îrfan Amîda bal kişand ser girîngiya şaredariyan û anî zimên:

“Eger şaredarî di destê Kurdan de bin, dikarin herêmê bi Kurdî bi rê ve bibin.

Kurdî wê deme dikare di nava jiyanê de, di nava kolanê de hebe, di nava bazarê de hebe, di nava polîtîkayê de hebe.

“Heta niha xebatên cidî hatin kirin”

Îrfan Amîda li ser polîtîkayên DEM Partiyê yên neteweyî jî wiha got:

“Ji dema ku şaredarî ketin destê vê partiyê û heta niha xebatên cidî hatin kirin, mesele Amed referanseke xurt e.

“Polîtîkaya neteweyî her ku diçe qels dibe”

Kurdan gelek sûd ji polîtîkayeke bi vî rengî werdigirt lê mixabin polîtîkaya neteweyî her ku diçe kêm dibe, qels dibe.

Ev jî hinek pirsgirêkan derdixe. Îro ji hemû deman bêhtir pêdiviya me bi polîtîkayeke derbarê Kurdî de heye lê îro ne DEM Partiyê ne jî partiyên din tiştek deklare nekiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst