Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Ruhanî ya Kurdên Êzidî biryar da ku îsal ti merasimên fermî yên Cejna Serê Salê ya Êzidiyan li Perestgeha Lalişê neyên kirin.
Ev biryar ji bo parastina canê welatiyan û bi liberçavgirtina rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê hatiye dayîn.
Şêwirmendê Encumena Ruhanî ya Kurdên Êzidî Xalid Nermo li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Xalid Nermo ragihand, "Ji bo parastina canê welatiyan û ji ber rewşa giştî ya herêmê û Rojhilata Navîn, îsal ti merasimên Cejna Serê Salê li Perestgeha Lalişê nayên kirin."
"30 hezar kes beşdar dibûn"
Xalid Nermo her wiha da zanîn, "Salane di vê pîrozbahiyê de nêzîkî 30 hezar kesan li Perestgeha Lalişê kom dibûn.
Lê ji bo îsal ku sersal dikeve 15ê Nîsanê, ti komcivîn û kombûn li Lalişê nabin. Xelk dikare li malên xwe merasimên cejnê li dar bixe."
Çarşema Sor çi ye?
Cejna Serê Salê ya Êzidiyan kur wekî "Çarşema Sor" jî tê naskirin û dikeve Çarşema sêyem a meha Nîsanê.
Ji êvara Sêşemê ve Babêşêx û mezinên olî yên Êzidiyan li Lalişê kom dibin û wekî sembola rojên salê, 366 mûm di nav Perestgeha Lalişê de vêdixin.
Beşek ji Êzidiyan di wê rojê de serdana goristanan dikin.
Li malan cureyek nan tê çêkirin ku jê re "sewik" tê gotin û piştre ew nan tê belavkirin.
Her wiha di vê cejnê de hêk jî tên rengkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse