DIHOK - Kesekî birayek û 2 jinbirên xwe kuştin

13-05-2025
RÛDAW
Nîşan Kelekçî Şêxan Dihok Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dihokê kesekî birayek û 2 jinbirên xwe kuştin.

Bûyer vê êvarê li nahiyeya Kelekçiyê ya qezaya Şêxanê ya parêzgeha Dihokê çêbû.

Qeymeqamê Şêxanê Serdar Şêx Yehya li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî û got, "Li ser pirsgirêkeke civakî, kesekî birayê xwe û du jinbirên xwe kuştine."

Wekî ku Qeymeqamê Şêxanê got, kujer û ew her sê kesên hatine kuştin ji nahiyeya Kelekçiyê ne ya qezaya Şêxanê ne.

Qeymeqamê Şêxanê Serdar Şêx Yehya da zanîn ku kujerê bi navê E. E. E. piştî bûyerê reviyaye û hîn nehatiye desteserkirin.

Hêzên polîs û asayişê ji bo girtina kujer xebatên xwe berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst