Hewlêr (Rûdaw) - Bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro derbarê gotûbêjên li gel Bexdayê yên li ser mûçe û mafên darayî civîneke girîng hat lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro civîneke taybet derbarê mûçe û mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê û destpêkirina hinartina petrolê hat lidarxistin.
Di civîna ku Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî amade bû de, tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê hewlên berdewam ên bi hikûmeta federal re ji bo misogerkirina mûçe û mafên darayî yên ku mafên yasayî û destûrî yên xelkê Kurdistanê ne, bidomin.
Di civînê de hat diyarkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bê navber xebatên xwe didomîne.
Wezareta Darayî ya Îraqê, ji meha gulanê ve pişka budceyê ya ku ji bo mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin, naşîne.
Wezîra Darayî ya Îraqê Tayf Samî, 28ê Gulanê ragihandibû ku ew nikare şandina mûçeyan bidomîne û îdia kiribû ku pişka ku di yasaya budceyê de jê re hatiye veqetandin derbas kiriye.
Di belgeya ku bi îmzeya Tayf Samî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatibû şandin de wiha hatibû gotin:
“Ji sala 2023yan heta Nîsana 2025an, dahatên giştî yên petrol û ne-petrolî yên Herêma Kurdistanê gihiştiye 19,9 trîlyon dînaran.
Lê belê, ji vê mîqdarê tenê 598,5 milyar dînar radestî Bexdayê hatiye kirin. Ev yek li dijî Yasaya Budceyê ye û li gorî biryarên Dadgeha Federal jî nîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse