Perwerdehiya bi zimanê Tirkî çi bandorê li zarokên Kurd dike?

13-09-2022
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Zarokên Kurd Perwerdeya Zimanê Kurdî Tirkî Malbatên Kurd
A+ A-

Amed/Stenbol (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, sala nû ya xwendinê ya 2022-2023 di 12ê Îlonê de dest pê kir. Îsal jî dê zarokên Kurd, ne bi zimanê Kurdî, lê bi zimanê Tirkî perwerdehî bibînin.

Zarokên Kurd ku li nav malê bi Kurdî diaxivin li dibistanê zimanê Tirkî li ser wan tê ferzkirin û ev yek dibe sedam bişaftina zarokan. Rûdaw li Amed û Stenbolê, mîkrofonê dirêjî malbatên Kurd ku li ber dibistanan li benda zarokên xwe ne kir. Pirsa ku li malbatan hat kirin ev bû; Xwendina bi Tirkî çi bandorê dide ser ziman û perwerdeya zarokan?

Piraniya malbatên Kurd dan zanîn ku li dibistanan zarok ji zimanê xwe dûr dikevin, êdî tim bi Tirkî diaxivin. Her wiha malbat destnîşan dikin, perwerdehiya bi Tirkî dibe sedema qutbûna peywendiya zarok û malbatê. Ji loma jî piraniya malbatan daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî dikin.

Xwendina bi Tirkî çi bandorê dide ser ziman û perwerdeya zarokan?

Karsaz Mustafa Akkul dibêje “Ji ber ku zimanê dayikê bi Kurdî ye, li malê bi Kurdî diaxivin, îja dema zarok li dibistanê bi Tirkî perwerde dibînin zehmetî dikşînin. Zarok dema ji dibistanê vedigere malê ji dê û bavê xwe re behsa vê pirsgirêk û zehmetiyê dike."

Karmend Ahmet Candan got "Di gelek malan de malbat bi zarokên xwe re bi Kurdî diaxivin. Ji loma jî dema zarok li dibistanê dest bi perwerdehiya bi Tirkî dikin rastê zehmetiyan tên. Lê ji bo malbat û zarokên ku bi Kurdî naaxivin jixwe zêde problem tune ye."

Tenê li dibistana navîn bo 2 saetan dersa bijarte ya Kurdî heye.

Îsal ji bo dersa bijarte ya Kurdî tenê 3 mamoste hatin damezrandin.

Karker Recep Bariş diyar kir "Zarokên me ku bo Kurdî xeber didin û li dibistanê dest bi perwerdehiya bi Kurdî dikin rastê zehmetiyan tên. Em her daîm dixwazin ku zarokên me bi zimanê xwe perwerdeyî bibînin. Ev mafê zarokan e. Çawa mafê gelên din be ev mafê me ye jî."

Karsaz Mehmet Yeralan anî ziman "Di perwerdehiya dibistanê de gelek problem heye. Yek ji wan nebuna perwerdehiya bi Kurdî ye. Ev bes pirsgirêka zarokên Kurd nîn e, ev pirsgirêka gelên din e jî. Li vir xwendekarên ji Efrîqayê jî hene ew jî mesela rastê pirsgirêka ziman tên. Divê perwerdehiya bi Kurdî bê dayîn. Cudakarîya li hemberî me nîjadperestî ye."

Zarokên Kurd li dibistanê ji zimanê xwe dûr dikevin û tên bişaftin. Piraniya malbatan ji neçarî bi zarokên xwe re bi Tirkî diaxivin.

Kampanyaya 'Em Perwerdehiya bi Kurdî Dixwazin' birêve diçe. Desthilat li beramberî daxwaza perwerdehiya bi Kurdî amaje bi Destûra Bingehîn dike

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst