Peyama Nêçîrvan Barzanî li Newroza Amedê hat xwendin: Aştî yekane rêya paşerojeke geş e

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Amed Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Aştî yekane rê ye ku paşerojeke geş ji bo nifşên me misoger dike."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo şahiya Newroza Amedê peyamek şand.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, îro li qada Newroza Amedê derket ser dikê û peyama Nêçîrvan Barzanî xwend.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de Cejna Newrozê li xelkê Amedê pîroz kir û piştevaniya xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê dubare kir.

“Sembola vejînê ye”

Nêçîrvan Barzanî di destpêka peyama xwe de Newrozê wekî sembola vejîn û îradeya jiyanê pênase kir.

Serokê Herêma Kurdistanê got, "Ez Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdan bi germî û ji dil li hemû gelê Kurd pîroz dikim.

Her wiha ez cejna we xwişk û birayên hêja yên ku îro li Ameda rengîn ji bo pîrozkirina Newrozê kom bûne, pîroz dikim."

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku Newroz ji bo Kurdan cejneke taybet e û wiha pê de çû:

"Newroz nîşandana hêviyên milletekî ye ku her tim germiya azadî û bihevreyiyanê bûye.

Hêvîdar im ev cejn ji bo hemûyan bibe sedema xêr û aramiyê.

Ev girseya we ya ku li Amedê bûye karekî salane yê ciwan, bi serê xwe cejna jiyan û ciwaniyê ye.

Ev yek nîşaneya daxwaz û peyama gelê Kurd a ji bo biratî û qebûlkirina hev e."

“Aştî li Tirkiyeyê karekî dîrokî ye”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de bal kişand ser hewldanên aştiyê yên li Tirkiyeyê û daxwaza aramiya herêmê kir.

Nêçîrvan Barzanî got, "Di demekê de ku em îro Cejna Newrozê pîroz dikin, em dixwazin piştgiriya xwe ya dilsozane ya ji bo aştiyê tekez bikin.

Pêkanîna aştiyê li Tirkiyeyê karekî dîrokî ye."

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ev aştî di berjewendiya her du gelên Kurd û Tirk û tevahiya herêmê de ye.

Wî tekez kir ku "Aştî yekane rê ye ku paşerojeke geş ji bo nifşên me misoger dike."

“Em amade ne hevkariyê bikin”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku çarenivîs û berjewendiyên Kurd û Tirkan yek in û daxuyaniya xwe wiha domand:

"Em ji mêj ve cîran in. Tenê bi rêya bihevreyiyan û aramiyê em dikarin bi ser astengiyan de serkevin û jiyaneke bi rûmet ji bo her kesî ava bikin."

Nêçîrvan Barzanî spasiya wan gavan kir ku heta niha ji bo serxistina aştiyê hatine avêtin.

Wî da zanîn ku ew bi hêvî li van hewldanan dinêrin û çavê wan li gavên zêdetir e.

Serokê Herêma Kurdistanê peyama xwe wiha bi dawî kir:

"Em li Herêma Kurdistanê dîsa hemû hevkariya xwe ji bo serxistina aştiyê nîşan didin.

Em li benda bidawîbûna pevçûnan û bicihkirina aramiyê ne.

Werin em hemû bi hev re kar bikin da ku di van rojan de ku herêm di nav şer û pevçûnên dijwar re derbas dibe, aştî bibe rastiyeke hertimî.

Newroza we pîroz be, her sal bi xêr û xweşî."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst