Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ji eşîrên Ereb ên Sûriyeyê re nameyek şandiye.
Endamê "Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê" Ferzende Munzûr ji ANHAyê re ragihand ku Abdullah Ocalan ji rûspiyên eşîrên Ereb ên Sûriyeyê re nameyek şandiye.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Ocalan di nameya xwe de rasterast xîtabî pêkhateyên Ereb ên li Sûriyeyê dike.
Lê belê derbarê naveroka nameyê de ti agahî nehatin eşkerekirin.
Ferzende Munzûr ragihand ku ew di demeke nêzîk de nameya Ocalan bigihînin serok û rûspiyên eşîran
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse