ALMANYA - Ocalan ji festîvalê re peyamek şand: 'Ti hêz nikarin pêşî li me bigirin'

13-09-2025
RÛDAW
Nîşan Festîvala Çanda Kurdan a Navneteweyî Abdullah Ocalan Name Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Ocalan ji Festîvala Çanda Kurdan ya Navneteweyî re peyamek şand û got "Bi yekîtiyê tu hêz nikare pêşî li meşa me bigire."

Ocalan her wiha got, "Divê armanc û mebesta me ya sereke ew be ku em têkoşînê li ser axa xwe bimeşînin."

Festîvala 33yemîn a Çanda Kurdan a Navneteweyî li bajarê Dordmundê yê Almanyayê tê lidarxistin.

Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ji re peyamek şand.

Abdullah Ocalan di peyama xwe de wiha got:

"Hûn ên ku li Ewropayê dijîn, di encama neçarî û zextan de çûn wir.

Lê bi bipêşveçûna pêvajoya ku me daye destpêkirin, vegera we ya li welêt dê bibe deriyê destpêkeke nû.

Tevî hemû zehmetiyan, we bi çand, ziman, ked û hunera xwe kokên xwe parastin; we têkoşîn li her platformê domand.

Îro li welatê me jî ji bo bipêşketina Civaka Demokratîk, pêdiviyeke mezin bi tecrûbe û piştgiriya ku we bi têkoşîna xwe ya li Ewropayê afirandiye heye.

Ji ber ku pêdiviya vê derê bi azadî, demokrasî û avakirineke nû ya civakî heye.

Ev pêvajoya avakirinê, dê bi beşdariya kesên li sirgûnê jî bi hêztir bibe.

Pêvajoya ku em niha hewl didin bi pêş bixin, pêvajoya me jinûvegihandina kok, ax û bîra me ye.

Lihevcivîna we ya di festîvala çandê ya li Ewropayê de, her çi qasî çalakiyeke çandî be jî, di heman demê de beyana îradeyê ye ku kokên gelê me yê li sirgûnê zindî dihêle.

Di encama polîtîkayên bi zanebûn de, berê dînamîzma ciwanan a welêt didin derveyî welêt.

Pêwîst e ku em teqez bernameyeke piralî ya ku rê li ber vê yekê bigire, bi pêş bixin.

Di van şert û mercan de jî divê armanc û mebesta me ya sereke ew be ku em têkoşînê li ser axa xwe bimeşînin.

Dema em bi hev re bin, çi li sirgûnê, çi li welêt, ti hêz nikare pêşî li vê meşê bigire.

Dema ku tecrûbeya çandî û siyasî ya ku we afirandiye û têkoşîna ku em li vir dimeşînin bibin yek, dê di rêya azadî û demokrasiyê de serdemeke nû vebe.

Bi hezkirin, bawerî û piştgiriya bêdawî…"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst