Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Hevpeymaniya Tesmîm a Besreyê Amir Huseyn Casim Fayizê 77 salî ku parlamenterê herî bi temen e, dê serokatiya rûniştina yekem Parlamentoya Îraqê bike.
Piştî ku encamên dawî yên hilbijartinan ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve bên ragihandin û dema îtiraz û giliyan bi dawî bibe, Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê dê encaman pesend bike.
Piştî wê, rûniştina yekem gera nû ya Parlamentoya Îraqê dê li Bexdayê bê lidarxistin.
Di rûniştinê de, parlamenter dê sonda destûrî bixwin û paşê dê dest bi hilbijartina Serokê Parlamentoyê û her du alîkarê wî bê kirin.
Amir Huseyn Casim Fayizê ku wekî parlamenterê herî bi temen ê gera şeşem a sala 2025an tê naskirin, 77 salî ye.
Ew parlamenterê berê yê Îraqê bû û wekî namzedê serkeftî yê Hevpeymaniya Tesmîmê yê Besreyê ye ku 8 hezar û 565 deng bi dest xistiye.
Parlamenterên bi temen ên di navbera 2005-2021ê de serokatiya rûniştinên yekem ên Parlanentoya Îraqê kirine wisa ne:
Gera Yekem a 2005an:
Endamê herî bi temen ê gerê, Ednan Paçecî yê koçkirî bû. Wê demê temenê wî 82 sal bû.
Gera Duyem a 2010an:
Endamê herî bi temen ê gerê, Fuad Mesûm bû. Temenê wî wê demê 72 sal bû û paşê wekî Serokkomarê Îraqê jî hat hilbijartin.
Gera Sêyem a 2014an:
Mehdî Hafizê koçkirî endamê herî bi temen bû. Temenê wî wê demê 71 sal bû.
Gera Çarem a 2018an:
Mihemed Elî Zeynî endamê herî bi temen bû. Temenê wî 79 sal bû.
Gera Pêncem a 2021an:
Mehmûd Meşhedanî bû. Temenê wî 73 sal bû û di dema rûniştinê de rewşa wî ya tenduristiyê têk çûbû.
Gav û dema pêwîst a ji bo avakirina hikûmeta nû ya Îraqê
Li gorî rêkarên destûrî yên Îraqê, pêvajoya avakirina hikûmeta nû piştî hilbijartinan 130 heta 150 rojî diajo û çend qonaxan li xwe digire.
Qonaxa Yekem: Pesendkirina encamên hilbijartinan ji aliyê Dadgeha Bilind a Federal ve ye ku 40 heta 60 rojî diajo.
Piştî pesendkirina encaman, wekî ku Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayiq Zêdan jî diyar kiriye, serokkomar di nava 15 rojan de daxwaza civîna parlamentoyê dike.
Di yekem rûniştinê de, desteya serokatiya parlamentoyê tê hilbijartin.
Paşê parlamento di nava 30 rojan de serokkomarekî nû hildibijêre.
Qonaxa Duyem: Piştre serokkomarê nû di nava 15 rojan de namzedê mezintirîn fraksiyona parlamentoyê ji bo avakirina hikûmetê erkdar dike.
Di dawiyê de 30 roj li pêşiya serokwezîrê erkdarkirî hene da ku kabîneya xwe ava bike û baweriya parlamentoyê bi dest bixe.
Li gorî kevneşopiya siyasî ya ku ji sala 2005an ve li Îraqê tê meşandin, serokatiya parlamentoyê ji bo pêkhateya Erebên Sunî, alîkarê yekem ê serokê parlamentoyê ji bo Şîeyan û alîkarî duyem jî ji bo Kurdan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse