Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê Tirkiyê yê li Hewlêrê kir

13-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê nû yê Tirkiyê li Hewlêrê Mehmet Mevlut Yakut kir û di hevdîtinê de behsa li pêşxistina peywendîyên dualî kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 13yê Kanûna 2022yan pêşwazî li Konsulê nû yê Tirkiyê li Hewlêrê Mevlut Yakut kir û bi boneya destpêkirina erka xwe ya nû pîrozbahî li wî kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di hevdîtiê de ji ber destbikarbûna Konsulê nû yê Tirkiyê hêviya serkeftinê jê re xwest û piştgirî û alîkariya xwe nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Yakut jî xweşhaliya xwe ji bo destnîşankirina wî weke Konsulê Giştî yê welatê xwe li Hewlêrê nîşan da û hêvî kir ku bikare pêwendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de bi pêş bixin.

Li gor daxuyaniyê dawî pêşhatên navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên cihê giringiya hevbeş, mijareke  din a civînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Sêla di hembêza bavê xwe de ye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

TAYBET - Sêwî û koçber: Sêla 5 mehî ye, çekdaran dêya wê kuştiye û mala wê nîne

Carinan mirov di 5 mehiya xwe de sêwîbûn û koçberiyê bi hev re nas dike, nexasim heke ew mirov Kurd be ev dibe rewşeke ne gelekî ecêb