Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser êrişa li çola Sûriyeyê li leşkerên Amerîkayê got, “Zêdebûna van êrişan hewcedarî bi îradeyeke zêdetir heye."
Li nêzîkî bajarê Tedmurê yê li naverasta Sûriyeyê, di dema erka wan de êrişî karwanekî hevbeş hat kirin.
Di êrişê de hinek leşkerên Amerîkayê û Sûriyeyî birîndar bûn.
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û xemgîniya xwe ji bo birîndarbûna leşkeran anî zimên.
Ebdî got: "Em xemginiya xwe ji bo birîndarbûna hejmarek ji endamên Ewlehiya Giştî û leşkerên Amerîkî tînin zimên ku li çola Sûriyeyê di dema bicihanîna erka xwe de rastî gulebaranê hatine."
"Zêdebûna van êrişan hewcedarî bi îradeyeke zêdetir heye"
Fermandarê Giştî yê HSDyê diyar kir ku divê hewlên hevbeş werin zêdekirin û wiha pê de çû:
"Zêdebûna van êrişan, di operasyonên têkoşîna li dijî terorê û şaneyên wê de hewcedarî bi îradeyeke zêdetir û hewldanên hevbeş ên li ser asta niştimanî heye. Em şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin."
Birîndar veguhastin Tenefê
Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) dispêre çavkaniyeke ewlehiyê û ragihand ku di êrişê de 2 personelên hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê û gelek leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.
Her wiha hat diyarkirin ku kesê êrişkar hatiye kuştin.
Piştî êrişê li herêmê liv û tevgereke zêde ya leşkerî çêbû. Helîkopterên artêşa Amerîkayê ji bo derxistina leşkerên birîndar operasyonek pêk anî û ew veguhastin Baregeha El Tenfê.
Piştî bûyerê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û rêya navneteweyî ya ku Dêrezor û Şamê bi hev ve girê dide bi awayekî demkî hat girtin.
Her wiha li asmanê herêmê liv û tevgera balafirên şer hat dîtin.
SOHR: Şandeyeke Amerîkayê geşt dikir
Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku êriş li dijî şandeyeke Amerîkayê bûye ku li Tedmurê geşt dikir.
SOHRê di daxuyaniya xwe de got:
"Hêzên hevpar ên Sûriye û Amerîkayê, rêya Dêrezor-Şamê bi temamî girt.
Di êrişê de birîndar hene û li gorî agahiyan rewşa hinek birîndaran giran e."
Hat zanîn ku şandeya rastî êrişê hatiye bi lez ji cihê bûyerê hatiye dûrxistin û birine baregeha El-Tenfê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse