HSDyê li ser kuştina leşkerên Amerîkayê daxuyanî da

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HSD Sûriye DAIŞ Leşkerên Amerîkayê Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî kuştina leşkerên Amerîkayî li Sûriyeyê peyamek belav kir û ragihand ku ew amade ne li her dera Sûriyeyê şerê terorê bikin.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû ku li nêzîkî bajarê Tedmurê yê li naverasta Sûriyeyê, di kemîneke DAIŞê de 2 leşker û karmendekî sivîl ê Amerîkayî hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Fermandariya Giştî ya HSDyê derbarê êrişa li leşkerê Amerîkayê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

HSDyê di daxuyaniyê de sersaxî ji hevalbendên xwe yên di artêşa Amerîkayê û gelê Amerîkayê re xwest û got:

"Em ji ber windakirina du leşkerên hêzên Amerîkayê ku di dema pêkanîna erkên xwe yên têkoşîna li dijî terorê de li çola Sûriyeyê di encama êrişeke terorîstî ya tirsonek de jiyana xwe ji dest da, sersaxiyê dixwazin."

"Bersiv dê diyarker û rasterast be"

Hêzên Sûriyeya Demokratîk êriş bi tundî şermezar kir û tekez kir ku ew bi hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî destûrê nadin rêxistinên terorîst ku careke din xwe birêxistin bikin û gefê li ewlehiya herêmê û cîhanê bixwin.

HSDyê diyar kir, "Bersiva li hemberî aliyên cîbicîkar û piştgirên wan dê diyarker û rasterast be."

"Em amade ne li her derê şer bikin"

Fermandariya HSDyê destnîşan kir ku wan şiyana xwe ya têkbirina DAIŞê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê îsbat kiriye û amadebûna xwe ya ji bo berfirehkirina qada şer nîşan da û wiha dawî li daxuyaniyê anî:

"Em îro amadebûna xwe ya tam radigihînin ku em vî şerî veguhêzin her devera cografyaya Sûriyeyê û li kû derê be bila be bêyî dudilî ji bo nehiştina terorê bixebitin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst