Salih Muslim: Dêr Hafir stratejîk e û HSD dê şer bike

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Salih Muslim HSD Dêr Hafir Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Endamê Konseya Hevserokatiya PYDyê Salih Muslim ragihand ku Dêr Hafir ji bo wan xaleke stratejîk e û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê li wir şer bikin.

Di êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de, bi dehan sivîl hatin kuştin û zêdetirî sed kesî jî birîndar bûn.

Piştî êrişên li ser taxên Kurdan, Artêşa Ereban a Sûriyeyê berê xwe da Dêr Hafir û derdora Bendava Tişrînê.

Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji MAyê li ser êrişên dawî yên li dijî herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de axivî.

Salih Nuslim da zanîn ku li Rojavayê Kurdistanê û Bakurrojhlatê Sûriyeyê rewşeke nezelal heye û piştî bûyerên li Helebê gel gelekî bi hêrs e.

 Muslim got, "Tirkiye û rejîma Şamê bi hev re dixebitin. Gundên Dêr Hafirê tên topbarankirin û êrişî Bendava Tişrînê jî dikin."

Metirsiya şerê navxweyî

Salih Muslim armanca êrişên li Helebê wekî "hewldana bidawîkirina Peymana 10ê Adarê" nirxand û wiha pê de çû:

"Ew dixwazin vê peymanê bi dawî bikin. Divê hêzên navneteweyî, bi taybetî Amerîka vê peymanê biparêzin çimkî ew garantor in.

Eger ev peyman were şikandin, dê li Sûriyeyê kaos û şerê navxweyî dest pê bike.

Ev dê ji bo hemû Sûriyeyê windahiyeke mezin be. Em bi qasî ku ji destê me tê şer dikin da ku pêşî li belavbûna vî şerî bigirin."

“Li Şêx Meqsûdê komplo hebû”

Endamê Konseya Hevserokatiya PYDyê destnîşan kir ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê "komployeke mezin" pêk hatiye û got:

"HSD li wir tunebû û tu rêyeke wan tunebû ku bigihîjin herêmê. Eger bigihîştina jî dê li eniyeke din şer bihata destpêkirin û bêkêr bûya.

Ji ber vê yekê ew paşve vekişiyan. Lêbelê, heke dewletên garantor li herêmên din rolên xwe nelîzin, wê hingê ji bilî berxwedanê ti çareyên me tune be. Em dê parastina xwe bikin."

“Çavê wan li Kobanî û Reqayê ye”

Salih Muslim bal kişand ser daxwazên komên çekdar û got, "Bi 42 hezar çekdaran êriş kirin. Baweriya ku 'em dikarin bikin' li wan peyda bû.

Ji ber vê yekê îro dibêjin ku ew dê biçin Reqa, Tebqa, Dêrezor û heta Kobaniyê jî.

Vê yekê bi eşkereyî dibêjin. Bê guman, em dê li dijî vê yekê tedbîrên xwe bigirin."

“Dêr Hafir ji bo me stratejîk e”

Salih Muslim diyar kir ku rewşa li Şêx Meqsûd û Dêr Hafirê ji hev cuda ye û got:

"Em dê bi her awayî xwe li dijî dijminên xwe biparêzin. Dêr Hafir ji bo me cihekî stratejîk e.

Ez nafikirim ku HSD bi hêsanî wê berde. Şêx Meqsûd herêmeke biçûk bû û li wir kesek ji HSDyê tunebû.

Tenê hêzên ewlehiyê hebûn. Lê li deverên din, HSD li wir e û dê şer bike."

Spasiya Kurdên Bakurê Kurdistanê kir

Salih Muslim her wiha spasiya xelkê Bakurê Kurdistanê kir ku li dijî êrişan daketin qadan û got:

"Em rewşa li Bakur ji nêz ve dişopînin. Ew derketin kolanan û bertekên xwe anîn ziman.

Wan bertekên xwe li parlamentoyê jî anîn ziman. Ev ji bo me hêzeke mezin a exlaqî ye.

Ez hêvî dikim ku ev yekîtî berdewam bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst