Tirkiyê gundên Girê Spî û Reqayê topbaran kirin; qurbanî hene

14-02-2022
RÛDAW
Nîşan Girê Spî Reqa Îsa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Topxaneya Tirkiyê êrişên li ser gundewarê rojavayê Girê Spî berfirehtir dike. Li Reqayê jî ji ber topbarana çekdarên ser bi Tirkiyê ve, welatiyekî canê xwe ji dest da.

Zanariyên xwecihî ji gundewarê bajarê Girê Spî yê ser bi Cizîra Rojavayê Kurdistanê ve, diyar dikin êvara roja Yekşemê, topxaneya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, 3 gundên din ên rojavayê bajarê Girê Spî topbaran kirin.

Li gorî zanyariyan, gundên Zenûbya, Suwan û Um Hoş li rojavayê Girê Spî, hatin topbarankirin. Berî wan jî gundên Erîde, Xirbet Beqer û Kur Hesen hatibûn topbarankirin.

Ev yek di demekê de ye ku gundewarê rojavayê nahiyeya Eyn Îsa jî dihate topbarankirin. Û dronên artêşa Tirkiyê li ezmanê wan navçeyan di gerê de bûn.

Êrişên li ser gundewarê Reqayê

Li aliyê din li gundewarê Reqayê, bi sedema topbarana hêzên Tirkiyê welatiyekî canê xwe ji dest da.

Di çarçoveya topbarankirina navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, zanyariyên xwecihî ji bajarê Reqayê, nîşanê bi wê yekê didin, bi sedema topbarana artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, li ser Rêya Navdewletî ya M-4, li rojavayê nahiyeya Eyn Îsa, welatiyekî canê xwe jidest da, û sê welatiyên din birîndar bûn.

Navê welatiyê ku bi sedema topbaranê canê xwe ji dest da, Muhyîddîn Hecî Ehmed Ibrahîm e, temenê wî 35 sal e, ji xelkê gundê Bexdîk e.

Topbarana Tirkiyê gundên Hoşan û Mielleq û Rêya M-4 li rojavayê nahiyeya Eyn Îsa û Kampa Eyn Îsa, herwiha gundê Cideydê topbaran kirin.

Eyn Îsa

Eyn Îsa ku bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çekdaran, ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qût dibe.

Bajarê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye,  66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst