Li Amedê dest bi ser pirtûkeke bi destxeta Îbranî hat girtin

14-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê li Bakurê Kurdistanê pirtûkeke çerm a bi destxeta Îbranî ku tê texmînkirin berhema dîrokî ye, dest bi ser de hat girtin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariyê, di encama xebatên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê de hat tesbîtkirin, hin şêniyên navçeya navendê Karapinarê li bikiran digerin ku çend berhemên dîrokî bi bifiroşin.

Berşik li Taxa Peyasê ya navçeyê gava dixwestin berhemên dîrokî bifiroşin, hatin girtin.

Di lêgerîna li ser wan û otomobîla wan de pirtûkeke çerm a bi destxeta Îbranî ku tê texmînkirin berhema dîrokî ye, hat desteserkirin.

Berhema bidestxistî bo Rêveberiya Muzeyê hat radestkirin, der heqê 3 berşikên hatin binçavkirin de jî lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst