Nêçîrvan Barzanî li ser Lûtkeya Komkara Erebî daxuyanî da

14-05-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Komkara Ereban Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî derbarê Lûtkeya Komkara Erebî ya Bexdayê got, "Ev lûtke dê bibe qonaxeke dîplomatîk a dîrokî ji bo vegerandina rola sereke ya Îraqê li Rojhilata Navîn."

Lutkeya Komkara Welatên Erebî 17ê Gulanê li Bexdaya paytexta Îraqê tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê lidarxistina Lûtkeya Komkara Erebî ya Bexdayê peyamek belav kir û pêşwaziya lûtkeyê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de wiha got:

"Em piştgiriya xwe ya temam ji bo hewlên birêz Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, ji bo xurtkirina hevkariya hevbeş a Erebî, avakirina hevbeşî, berjewendiyên hevpar û birêvebirina rêya kêmkirina aloziyan û yekîtiya herêmî ji dilê paytext Bexdayê dubare dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst