Li Hisîçayê teqîn: Zarok jî di nav de 6 kes mirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hisîça Teqîn Mayîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li dikaneke li taxa Ezîziyê ya bajarê Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû.

Di teqînê de zarok jî di nav de 6 kes mirin.

Li gorî agahiyên ku ANHAyê ji çavkaniyên herêmî, teqîn li Kolana El-Xezelê ya taxa Ezîziyê pêk hatiye.

Hat ragihandin ku teqîn li dikaneke xurdefiroşiyê ji ber mayîneke kevn çêbûye.

Mayîna kevn dema ku li dikanê bûye ji nişka ve teqiyaye.

6 kesên ji heman malbatê mirin

Çavkaniyên herêmî da zanîn ku her 6 kesên ku di teqînê de mirine endamên heman malbatê ne.

Hat diyarkirin ku di nav miriyan de zarok jî hene.

Her wiha kesek jî di bûyerê de birîndar bûye û ew ji bo tedawiyê rakirine nexweşxaneyê.

Piştî bûyerê Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayîş) çûn herêmê û tedbîrên ewlehiyê girtin.

Li ser hûrgiliyên bûyerê û sedema hebûna mayînê ya li dikanê lêpirsîn didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst