Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl eşkere kir ku aliyên Rojavayê Kurdistanê dê di nava hefteyekê de şandeyeke hevbeş a ji bo gotûbêjên bi Şamê re pêk bînin.
Mihemed Îsmaîl diyar kir ku “Pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û bandoreke mezin li ser Rojavayê Kurdistanê dike.”
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl beşdarî Nûrojê bû û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser rojevê bersivandin.
“Me gavên baş avêtine”
Wî eşkere kir ku ti pirsgirêk di pêkanîna şandeya hevbeş a Kurdan de nemane û got:
"Ji bo pêkanîna şandeyeke hevbeş a Kurdî me gavên baş avêtine û di demeke nêzîk de ew şande tê pêkanîn.
Dem niha guncav e, di nava hefteyek heta 10 rojan de em şandeyê pêk tînin, têgihiştineke baş a me li ser şandeyê û endamên wê heye û ti pirsgirêk di vê derbarê de çênabe.
Ji bo çûna Şamê tenê hinek tiştên teknîkî û îmzekirina nexşerêyekê mane."
26ê Nîsana 2025an li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, konferansa "Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê” bi amadebûna nêzîkî 400 endam û nûnerên partî û aliyên siyasî hat kirin.
Di vê konferansê de biryar hat dayîn ku şandeyeke hevbeş a Kurdan ji bo dan û standinên bi hikûmeta Sûriyayê re were pêkanîn.
Mihemed Îsmaîl derbarê pekanîna vê şandeyê ev agahî dan:
"Derbarê hejmara endamên şandeyê nerînên cuda hene, hinek alî dibînin ku 9-10 kes bin û hinek aliyên din jî 7 kesan baştir dibînin lê ev ne pirsgirêkeke mezin e.
Her wiha şande bi rêkeftina aliyên siyasî dibe û çend lijne jî ji kesên pispor ên piştevan tên pêkanîn ji bo şêwirmediya di dema pêwîst de."
“Hikûmeta nû ya Şamê ne li dijî gelê Kurd e”
Mihemed Îsmaîlê ku di heman demê de Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriya (PDK-S) ye, dûr dibîne ku hikûmeta Sûriyayê dijî gelê Kurd be got:
"Heta niha ew nerîn li cem me çênebûye ku hikûmeta nû ya Şamê dijî gelê Kurd be, hin têbîniyên xwe li ser rêkeftina di navbera HSDyê de derbarê aliyê teknîkî û leşkerî û îdarî hebûn.
Lê nerîneke xirab li ser pirsgirêk û yekgirtina Kurd nebûye, me jî destê xwe ji bo dan û standinan dirêj kiriye ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Sûriyayê û bi taybetî pirsgirêka Kurd.
Me xwe wekî opozîsyonê ranegihandiye û me parastina ax û gelê Sûriyeyê kiriye."
Hikûmeta Sûriyeyê piştî konferansê bi rojekê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku “konferans li dijî rêkeftina wan e bi HSDyê re ye” û “hewlek e ji bo parçekirina Sûriyeyê.”
“Danîna çekan di berjewendiya Kurdan de ye”
Ew derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û bandora wê ya li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê wiha axivî:
"Pêvajoya aştiyê ku li Kurdistana Tirkiyeyê dest pê kiriye, bandora xwe li ser hemû gelê Kurd û tevgera siyasî ya Kurdî heye.
Bi taybetî eger PKK îro ku çekan deyne û bi diyalogê dan û standin bike, di berjewendiya gelê Kurdistana Tirkiyeyê de ye bi pileya yekem.
Ev yek bandorê li ser parçeyên din û bi taybetî jî li Kurdistana Rojava dike, ji ber wan kadroyên PKKyê ku li vir in û dema efûya giştî wan bigire, dikarin vegerin û çareseriyeke siyasî li vir jî çêbibe, ev jî di berjewendiya Kurdên Kurdistana Sûriyeyê de ye."
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê 5ê Gulana 2025an, Hatim Ebû Şeqrayê fermandarê grupa çekdar a "Ehrar el-Şerqiye"yê kir fermandarê firqeya 86an a li Dêrezor, Reqa û Hisîçayê.
Hatim Ebû Şeqra kujerê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelefê ye û “ev erkê wî yê nû” bûbû sedema gelek bertekan.
“Em ne li dijî kesî ne”
Mihemed Îsmaîl li ser mijara Ebû Şeqra got ku pirsgirêka wan bi kesan re nîne û daxuyand:
"Em wekî tevgera siyasî ya Kurda li dijî kes û aliyekî nînin, daxwaziyên gelê me bo me girîng in.
Girîng e mafên bingehîn ên gelê Kurd bikevine nav destûra Sûriyeyê, di paşerojê de pirsa kes û nakokiyan tên çareserkirin.
Em pirsên biçûk nayînin pêş, ew tiştê ji bo me girîng e Sûriyeyeke nenavendî û pirpartî û pirolî ye ku cihê her kesî tê de hebe, bi taybetî cihê gelê Kurd.
Em li Rojavayê Kurdistanê bi tenê nînin, hemû aliyên navdewletî yên têkildar û bandordar li Sûriyeyê piştgiriya mafên me dikin.
Eger em destê diyalog û hevkariyê dirêj bikin û parastina yekgirtina gelê Sûriyeyê bikin, Rûsya û Amerîka û Koalîsyon û Herêma Kurdistanê û dewletên Ereb ên wekî Siûdî û Urdin û Misir û Îmaratê li dijî helwest û çareserkirina pirsa Kurd nabin.
Niha rê ji bo me vekiriye û derfeteke zêrîn heye ku em nûnertiya gelê xwe bikin bêyî ti nakokiyê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse