Dêrsim (Rûdaw) - Biryara PKKyê ya fesixkirina xwe, ji aliyê xelkê Dêrsima Bakurê Kurdistanê ve bi erênî hat pêşwazîkirin.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12emîn eşkere kirin.
Li gorî biryaran, "PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan."
Niştecihên Dêrsimê yên ku dixwazin rewşa şer a bi salan bi dawî bibe di heman demê de hêvî dikin ku gavên demokratîk jî bi lez bên avêtin.
“Bê guman senaryoyek li pişt perdeyê heye”
Niştecihê Dêrsîmê Rumet Ceylan got, “45-50 sal in ev şer heye û divê êdî bi dawî bibe.
Divabû niha derbasî qonaxa çareseriyê bibe, ji ber ku bi vî awayî berdewam nedikir.
Ji her du aliyan jî xelk dimirin û dayikên her du aliyan digirîn. Baştir bû ku wiha bû.
Bi kêmanî êdî qeyûm nayên danîn an jî dê girtiyan berdin. Bê guman senaryoyek li pişt perdeyê heye, ew çêtir dizanin, em jî dê piştgiriyê bidin.”
Di nav wan kesên ku herî zêde ji bo biryara PKKê kêfxweşiya xwe tînin ziman ciwanên bajêr in.
“Divê em enerjiya xwe ji bo paşeroja welat xerc bikin”
Niştecihê Dêrsimê Murat Yalçin jî wiha axivî:
“Li gorî min biryareke rast e, ji ber divê em enerjiya xwe ji bo tiştên cuda xerc bikin.
Divê em enerjiya xwe ji bo paşeroja zarok û neviyên xwe, xweşguzeranî û paşeroja welat xerc bikin.
Êdî em westiyan, em dixwazin enerjiya me ya ku maye ji bo jiyaneke bi aştî û aramî bikar bînin.”
Xelkê Dêrsimê bi hêvî li paşerojê dinerin û li bendê ne ku piştî vê biryarê, bi lez gavên demokratîk bên avêtin.
“Pirsgirêkek di pergalê de heye”
Kesekî bi navê Çayan Denîz biland, “Pirsgirêkek di pergalê de heye.
Divê em li dijî vê pergalê derkevin, em nikarin bi çûna ser çiyê wê biguherînin, divê xelk rêxistinkirî be.
Li gorî min niha fikra danîna çekan tiştekî baş e, tişta ku divê ji bo min bibe ev e.”
“Rojên baştir tên”
Niştecihekî Dêrsimê anî zimên, "Di vê pêvajoya aştiyê de gelekî baş bû ku çek hatin danîn.
Ji ber ku nedanînaçekan, di zerera dewletê de ye. Di vê pêvajoyê de ji bo ku ciwanên me berê xwe bidin perwerdeyê, baştir bû û rojên baştir tên.
Ez bawer dikim ji bo welat dê mirovên jêhatîtir çêbin û ez piştgiriyê didim vê pêvajoyê û bawer dikim dê pêvajo berdewam be.”
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di navbera 5-7ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12emîn pêk anî û 12ê Gulanê jî ragihand ku biryara xwefesixkirinê û bidawîkirina şerê çekdarî daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse