Berdan Ozturk: Ji bo çareseriyê riyek heye

14-07-2021
Nîşan Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) PKK Kurd Kurdî Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ragihand ku wan ji zimanê xwe û hebûna xwe şerm dikir heya ku Rêberê PKKê Abdullaj Ocalan û hevalên wî derketin holê.

Kongreya Navçeya Cizîrê ya HDPê bi beşdariya Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Berdan Ozturk, hejmareke parlamenter û rêveberên parêzgeh û navçeyê yên partiyê hat sazkirin. Berdan Ozturk jî di kongreya şaxê Cizîrê ya HDPê de gotarek pêşkeş kir.

Berdan Ozturk amaje bi yekê kir ku heya PKK derneketî wan ji zimanê xwe û hebûna xwe şerm dikir û got: “Heya ku azadiya Kurdistanê bi dest bixin dê têkoşîna me berdewam bike. Li Cizîra Botan gotin zêde hewce nake. Li vir dê têkoşîna me çawa be, Cizîra Botan bi sekna xwe ji gelek tiştan re bûye bersiv. Ji me re gotin Kurd tune ne, gotin Kurd bi boçik in. Dema mirov lê dinêre heqareta herî mezin li gelê me kirin. Me şerm dikir ku em bi zimanê dayikên xwe biaxivin û li zimanê xwe xwedî derkevin. Heya ku derê? Heya ku birêz Ocalan û hevalê wî li hemberî vê helwestê bûn bersiv. Gotin em vê yekê qebûl nakin, gelê Kurd gelekî qedîm e. Vê yekê bi xwe re berxwedanek anî û gelê Kurd li hemû cîhanê tê naskirin.”

“Ji bo çareseriyê riyek heye: Ocalan”

Ozturk bal kişand li ser pêvajoya çareseriyê û got: “Dema pêvajoya çareseriyê dest pê kir, di gelek waran de gav hatin avêtin. Cardin desthilatdar kete dewreyê, gotin ku gelê Kurd tune ye, pirsgirêka Kurd tune ye. Planeke nû xistin dewreyê, di vê planê de kuştin heye tunekirin heye.”

Hevserokê KCDê destnîşan kir ku rişên mezin li dijî Kurdan hatin kirin, lê gelê Kurd bi sekna xwe ev êriş vala derxistin û got: “Suleyman Soylu got ku dê 2 mehan de xilas bibe, lê îro em dinêrin ku bi çeteyan re, mafyayan re têkiliyên wan derketin holê. Dewlet ketiye destê dizan, destê çeteyan. Sekna gelê me ev qirêjî derxist holê. Gelê me bi sekna xwe tiştek din derxist holê. Hûn nikarin pirsgirêka gelê Kurd bi kuştin û girtinê çareser bikin. Ji bo çareseriyê riyek heye, şexsiyetek heye, ew jî rêberê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan e.”

Di berdewamiya axaftin Ozturk tekez kir ku heya ji me kesek bimîne jî têkoşîna wan dê berdewam be û got: “Em dibêjin pêşeroja gelê Tirkiyeyê nefiroşin Amerîkayê û Rûsyayê, riya çareseriyê birêz Ocalan e, Îmralî ye. Heya ji me kesek bimîne jî ev têkoşîn dê berdewam bike. Heya tecrîd bişikê ev têkoşîna me dê bidome. Em ê Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin. Ez cardin hemû dayikan û hevalan silav dikim. Hûn bi xêr hatine.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst