Hewlêr (Rûdaw) -Murat Karayilan bangî Tirkiyeyê kir ku ji bo çareseriyeke rasteqîn gavên cidî biavêje û got, "Ji bo çareseriyê du gavên girîng hene; divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe û ziman û çanda Kurdan azad bibe."
Festîvala 33yemîn a Çanda Kurdan a Navneteweyî li bajarê Dordmundê yê Almanyayê tê lidarxistin.
Endamê Komîteya Birêvebir a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan ji bo festîvalê peyameke bi vîdeoyê şand.
Murat Karayilan de peyamê de diyar kir ku "têkoşîna azadiya Kurdistanê ketiye serdemeke nû."
Karayilan di destpêka peyama xwe de beşdarvanên festîvalê silav kir û got:
"Ez bi navê birêveberiya tevgera me, bi navê tevahiya hevalan, we silav dikim. Ji bo we serfirazî û serkeftinê dixwazim. Festîvala Çand û Hunerê li we hevalan pîroz dikim.”
“Berdewamkirina festîvalê tiştekî pir hêja ye”
Murat Karayilan bal kişand ser girîngiya berdewamkirina festîvalê û anî ziman ku ev yek li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê berxwedaneke mezin e:
“Di vê serdema ku li ser gelê me qirkirin û asîmîlasyon heye de, li navça Ewropayê 33 salan berdewamkirina festîvalê tiştekî pir hêja ye.
Her bijî ciwanan! Welatparêzên hêja, gelê me yê birûmet.”
“Em ketine serdemeke nû”
Karayilan amaje bi guherînên li herêmê û rola Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku piştî banga Ocalan ew ketine serdemeke nû:
“Wekî hûn jî dizanin, banga Rêber Apo ya dîrokî ya 27ê Sibata 2025an re, têkoşîna azadiya Kurdistanê ket serdemeke nû.
Li herêma Rojhilata Navîn şer heye û planên ji nû ve avakirinê hene. Rêber Apo ev pêvajoya xeter dît û ji bona wê bersiv da banga Devlet Bahçelî.
Di vê serdemê de Rêber Apo biryarên pir girîng girtin û me jî wekî tevgerê, bi Kongreya PKKyê ya 10emîn, ev biryarên girîng û stratejîk pejirandin û em pişt re yek bi yek pêk tînin.”
“Dewleta Tirk tu gavên bingehîn neavêtine”
Karayilan rexne li helwesta Tirkiyeyê girt û got ku tevî hemû hewldanên wan Enqereyê ji bo aştiyê gavên cidî neavêtine û wiha pê de çû:
"Lê derveyî hinek tiştên asayî û hewldanên asayî, dewleta Tirkiyeyê tu gavên bingehîn ên heyatî neavêtiye.
Em di vê serdemê de, ji bo bipêşxistina aştî û civakeke demokratîk, ji bo xwişk û biratiya gelan û ji bo wekî 1071ê Milazgirê û 1920î, hîn di navbera gelê Kurd û gelê Tirk de biratî û îtifaq çêbibe, em ji wê re amade ne.”
“Ji bo çareseriyê du gavên girîng hene”
Karayilan du şertên sereke ji bo çareseriyê û aştiyê destnîşan kirin û got ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo wan nasname ye:
"Ji bo çareseriyê hewcedarî bi du gavên girîng hene. Yekem, divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe û ya duyem divê ku ziman û çanda Kurdan azad bibe.
Azadiya Rêber Apo ne azadiya kesekî ye. Tevahiya gelê me û em hemû heval, di azadiya Rêber Apo de azadiya xwe dibînin.
Ji bo me nasname ye û mîmarê vê pêvajoyê ye, mixatabê muzakerevanê sereke yê yekem e. Eger ku Rêber Apo azad nebe, tiştek çênabe."
Banga ji bo Ewropayê
Karayilan di peyama xwe de bangî welatên Ewropayê jî kir û ji wan xwest ku ji bo çareseriyê rola xwe bilîzin:
"Divê Konseya Ewropayê û Komîteya Wezîran berpirsyariya xwe bi cih bînin. Ev pirsgirêk li Lozanê hatiye avakirin. Eger bi rastî dixwazin aştî çêbibe, divê ew jî berpirsyariya xwe bi cih bînin. Banga me ji bo wan ev e; gaveke erênî bavêjin."
“Em dê xeyalên şehîdan bikin heqîqet”
Karayilan di dawiya axaftina xwe de şehîdên xwe bi bîr anîn û soza xwe ya ji bo pêkanîna armancên wan dubare kir:
“Em di şexsê hevalên şehîd Herîda û di şexsê heval Fûad, heval Riza, heval Sofî, heval Koçero û heval Sara û Delal Amedan de tevahiya şehîdên qehreman, bi rêzdarî, bi hurmet bi bîr tînin.
Me soz daye wan, em careke din dubare dikin: Em hemû xeyalên wan bikin heqîqet. Em ê şehîdno bila dilê we şad be, axîna we li erdê namîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse