Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çermiktiyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê zilamekî hevjîna xwe bi kêrê kuşt.
Li gorî agahiyan, şeva borî li Çermiktiyê di navbera O.Y. û hevjîna wî Eylem Yeşîlkayayê de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
O.Y. piştî nîqaşê bi kêrê li hevjîna xwe da û ew bi giranî birîndar kir.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Eylema 25 salî veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê lê ew ji mirinê nefilitî.
O.Y.yê ku ji cihê bûyerê reviya ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Hat zanîn ku 2 zarokên O.Y. û Eylemê hene û ev demek e pirsgirêkên wan hebûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse