Grûpên çekdar 3000 dolar ji welatiyekî Efrînê standin

14-08-2021
RÛDAW
Malbata Ibrahîm Seydo Şêx ji Helebê piştî 3 salan ji koçberiya neçarî vegeriyaye Şiyê
Malbata Ibrahîm Seydo Şêx ji Helebê piştî 3 salan ji koçberiya neçarî vegeriyaye Şiyê
Nîşan Efrîn Şiyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyekî ku ji Helebê vegeriyaye bajarokê xwe yê Şiyê li herêma Efrînê, bi 3000 dolar ji aliyê fermandarê grûpa Siltan Silêman Şah hatiye cezakirin.

Çalakvanê ji bajarokê Şiyê Mistefa Şêxo  ji Rûdawê re got, piştî 3 salan ji koçberiya neçar, welatiyê bi navê Ibrahîm Seydo Şêx ji Helebê vegeriyaye Şiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê kir 3000 dolar li hember vegera wî jê standiye.

Mistefa Şêxo got: “Malbata Ibrahîm Seydo Şêxo piştî 3 salan ji koçberiya neçar vegeriyaye mala xwe. Mihemed el-Casim, Ebû Emşe, fermandeyê Emşat 5000 dolar li hember vegera wî li ser fez kiriye. Piştî navbênkariya hin kesan, 3000 dolar ji wî welatiyî hatiye standin.

Derbarê reftara grûpên çekdar û hêzên Tirkiyê ku ligel malbatên vegeryayî tê kirin, çalakvanê Efrînî Xalid Hemadê ji Rûdawê re axivî.

Çalakvan Xalid Hemadê got grûpên çekdar zehmetiyên mezin ji malbatên vegeryayî re derdixînin.

Çavkaniyên ku ji nav Efrînê ji Rûdawê re axivîne, tekez dikin ku ji bilî tunebûna garantî û alîkariyê ji bo vegera koçberan. Reftara grûpên çekdar û  hêzên Tirkiyê li hember malbatên ku vedigerin, astengiya herî mezin e li pêş vegerê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst