Li Wanê sedema mirina masiyan tê lêkolînkirin

14-09-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê piştî mirina masiyên di bendavan de lêkolîn hat destpêkirin.

Li navçeyên Erdîş û Bêgirê li bendavên Koçkopru û Sarimehmet hejmareke masiyên mirî hatin dîtin û ji aliyê welatiyan ve, rayedar hatin agahdarkirin.

Piştî agahdarkirinê, tîmên Reveberiya Çandinî û Daristanan û tîmên Zanîngeha Yuzuncu Yil ya Wanê çûn herêmê û dest bi lêkolîna xwe kirin.

Li gor agahiyên tîmên lêkolînêr, di analîzên avê de ti tiştekî neyînî nehatiye dîtin, lê nimûnê ku ji cihên cûda yên çavkaniya ava şêrîn hatine wergirtin dê li laboratuwara zanîngehê bi awayekî hûr bê analîzkirin.

Herwiha hate diyar kirin ku sedema mirina masiyan piştî lêkolîna li laboratuwarê dê bê zelalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst