Hewlêr (Rûdaw) - Komên çekdar ên hikûmeta demkî ya Şamê li ser rêya di navbera Dêr Hafir û Helebê de jineke Kurd a ji Kobaniyê de revand.
Heta niha çarenivîsa wê welatiya Kurd ne diyar e.
Li gorî agahiyan, welatiya Kurd a bi navê Heyfa Adil Teyar ji bo serdana xizmên xwe diçû taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê.
Lê li xaleke kontrolê ya di navbera Dêr Hafir û Helebê de ji aliyê çekdaran ve hatiye girtin û revandin.
Malbata Heyfa Teyarê bangî hemû aliyên pêwendîdar û rêxistinên mafên mirovan dike ku ji bo eşkerekirina çarenivîsa keça wan hewl bidin û zextê li wan komên çekdar bikin da ku ew serbest were berdan.
Ev bûyera revandinê wekî binpêkirineke eşkere ya xalên 3 û 8 ên Peymana Helebê tê dîtin.
Ew peyman di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê û komîteyeke hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve hatibû îmzekirin da ku ewlehiya li ser rêyan were misogerkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse