XARPÊT - Êrişî rojnameger Mehmet Nafîz Koca hat kirin

14-10-2025
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Rojnameger Mehmet Nafîz Koca
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, Serokê Cemiyeta Medya û Çapemeniyê Mehmet Nafîz Koca di êrişeke çekdarî de birîndar bû.

Li taxa Rizaiyeyê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê Serokê Cemiyeta Medya û Çapemeniyê Mehmet Nafîz Koca bi çekê hat birîndarkirin.

Li gorî agahiyan, Mehmet Nafîz Kocayê ku her wiha Serokê Konseya Bajarê Xarpetê û xwediyê rojnameyeke xwecihî ye, dema li balkona rojnameya xwe rûniştibû, ji aliyê kesekî ve bi çiftê êriş lê hat kirin.

Kocayê ku bi rexneyên xwe yên tund ên li hemberî desthilatê tê naskirin, di êrişê de ji lingê xwe birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û rojnamegerê birîndar birin nexweşxaneyê.

Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin û ji bo girtina êrişkarê ku reviyaye, dest bi xebatan hat kirin.

Hat zanîn ku kêliya êrişê ji aliyê kamerayên çavdêriyê yên rojnameyê ve hatiye tomarkirin.

Parêzgarê Xarpêtê Numan Hatîpoglu derbarê bûyerê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û hêviya şifayê ji Mehmet Nafîz Koca re xwest.

Hatîpoglu tekez kir ku lêpirsîna derbarê bûyerê bi hûrgilî didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst