Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel qebûl kir.
Baregeha Barzanî li ser civîna Serok Mesûd Barzanî û Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel daxuyaniyek belav kir.
Hat ragihandin ku Balyozê Fransayê yê Îraqê beşdariya Serok Barzanî ya di vekirina Rêya Pêşmerge de li Parîsê ji bo "pêwendiyên di navbera gel û hikûmeta Fransa û Herêma Kurdistanê de" wekî "gaveke dîrokî" bi nav kir.
Di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Yann Bream jî amade bû de Balyozê Fransayê "vekirina Rêya Pêşmerge ya li Parîsê wekî sembola rêz û qedirzanîna gelê Fransayê ya ji bo qurbanî û rola berbiçav a Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ya di şer û têkbirina DAIŞê û komên terorîst û parastina ewlehî û asayîşa herêmê de" bi nav kir.
Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel piştgiriya welatê xwe ya ji bo Hêza Pêşmergeyan ducare kir.
Serok Barzanî jî ji bo biryara "dîrokî" ya vekirina Rêya Pêşmerge ya di dilê Parîsê de "spasiya" gel, hikûmeta Fransayê, şaredarî û Seroka Şaredariya Parîsê kir û ew wekî "semboleke ji bo têkoşîn û qurbanîdana Pêşmerge ya di rêya azadiyê de" bi nav kir.
Serok Barzanî behsa pêvajoya siyasî ya Îraqê û hilbijartinên Parlamentoya Îraqê kir û ragihand:
"Tevî gelek rexneyên me yên li ser yasaya hilbijartinên Îraqê ku gelek kêmasiyên wê hene, em dê beşdarî hilbijartinan bibin.
Girîng e ku piştî hilbijartinan hemû aliyên siyasî yên ku dixwazin zelalî di hilbijartinan de hebin, bi hev re li ser derxistina yasayeke ji bo hilbijartinan bixebitin ku wekhevî û dadperwerî tê de hebin."
Serok Barzanî li ser yasaya niha ya hilbijartinan jî da zanîn, yasaya niha ya sala 2010an e û "wê demê soz ji me re hatibû dayîn ku Madeya 140î were bicihanîn û yasa jî tenê ji bo dewreke hilbijartinan kar pê bê kirin lê ev yasa heta niha berdewam e û soz jî nehatin bicihanîn."
Pêşhat û guherînên rewşa siyasî ya herêmê bi giştî, rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û gavên pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mijarên din a civînê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse