Hewlêr (Rûdaw) - Tora Peywendiya Medya Navdewletî ya Ewropayê (ENEX) di raporta xwe ya derbarê çaryeka sêyem a sala 2019an de, amaje bi endamtiya Rûdawê ya bo wê torê kir û tekez kir ku Rûdawê bûye çavkaniyek bo medyaya cîhanê. Di raportê de bal li ser wê yekê jî hatiye kişandin ku nûçe, dîmen û raportên Rûdawê ji aliyê endamên din ên wê torê ve tên bikaranîn.
Li gor raporta ENEXê, di heyama çaryêka sêyem a sala 2019an de Rûdawê 244 paket nûçe ku ev di demekê de bûye çaverêyî 194 paket nûçeyan dihat kirin, pêşkêş kirine û bi wî awayî berhemên Rûdawê bi rêjeya ji sedî 126 bûye.
Di raportê de hatiye gotin ku Rûdawê weşanên xwe bi awayekî bilez û bi naverokeke têr û tijî gihandiye endamên ENEXê û hatiye gotin ku di wê heyamê de 77 paketên nûçeyên Rûdawê ji aliyê endamên wê torê ve hatine bikaranîn.
ENEX dibêje Tora Medyayî ya Rûdawê bi gihandina nûçe û dîmenên derbarê Kurdistanê de rola xwe ya çavkanîbûna bo medya cîhanî tekez kiriye.
Tora Peywendiya Medya Navdewletî ya Ewropayê (ENEX) ku yek ji girîngtirîn dezgehên medya cîhanê ye, sala 1993an hat damezrandin. Ew dezgehên medyayî yên endam, materyal û nûçeyên xwe bi endamên din re parve dikin.
Tora Medyayî ya Rûdawê jî 5ê Nîsana 2015an bû endama ENEXê ku di rewşa niha de 54 dezgeh endamên ENEXê ne.
Nûçeyên ku ji aliyê Rûdawê ve taybet jî di heyamên krîtîk de hatine amadekirin (pêşhatên li Kurdistanê, şerê li dijî DAIŞê û operasyonên din) û herwiha raportên derbarê rola Kurdan de, bi rêya vê torê bi medyaya cîhanê re tên parvekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse